Pezeşkiyan: Di agirbestê de rêgezên Îranê hatin qebûlkirin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, têkildarî agirbesta bi Îranê re axivî û got: “Di vê agirbestê de rêgezên sereke yên Îranê hatin qebûlkirin.”

1 deqe xwendin
Pezeşkiyan: Di agirbestê de rêgezên Îranê hatin qebûlkirin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, têkildarî agirbesta demkî ya bi DYA û Îsraîlê re daxuyanî da. Pezeşkiyan, li ser hesabê xwe yê Xê got: “Ev agirbesta ku rêgezên sereke yên Îranê hatin qebûlkirin, berhema xwîna şehîdê me yê mezin Xamaney û serkeftina hebûna gelê Îranê ye. Îro jî em ê di qada dîplomasiyê, parastin, kolan û xizmetê de mil bidin milên hev.”