PJAK: Em gaveke din nêzî azadiyê bûne

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya salvegera damezrandina xwe ya 22emîn û rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo azadiya gelê Kurd û gelên bindest wê dewam bike.

1 deqe xwendin
PJAK: Em gaveke din nêzî azadiyê bûne

PJAKê bi wesîleya salvegera 22emîn a damezrandina xwe û rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 22 salên PJAK'ê bi têkoşîna têr û tijî derbas bûn û salveger li gelê Kurd, malbatên şehîdan, alîgirên azadiyê û demokratan pîroz kir.

PJAK'ê destnîşan kir ku têkoşîna li ser bingeha dilsoziya bi gelê Kurd, tevgera azadiyê ya Kurdistanê û gelên bindest dimeşîne wê bi armanca "Jiyaneke bi serketin û azadiyê" dewam bikin.

PJAK'ê bi bîr xist ku di 4'ê Nîsana 2004'an de bi armanca parastina mafên gelên bindest û avakirina jiyaneke azad a ji bo gelê Kurd ava bû.

Partiyê damezrandina xwe weke "Jinûve vejîna gel" pênase kir û ragihand ku bi saya tevgera azadiyê ya gelê Kurd destektiyên girîng hatine afirandin.

PJAK'ê destnîşan kir ku bi saya fedakariya kadro û hêzên gerîla gelê Kurd di nava sala dawî de gelekî bi pêş ve çû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Saleke li li paş ma û gelê Kurd li ber siya têkoşîna tevgera rizgariyê, bi taybetî bi saya fedakariya hêzên gerîla û kadroyan destektiyên gelekî mezin bi dest xist û bi gaveke din nêzî azadiyê bû."