Platforma Tenduristiyê ji bo Kobanê bang kir
Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî pêdiviyên xizmetên tenduristiyê û krîza mirovî ya li Kobanê bang li saziyên têkildar ên dewleta tirk kir ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin, destûrên mirovî yên pêwîst bi cih bînin.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî pêdiviyên xizmetên tenduristiyê û krîza mirovî ya li Kobanê ya di bin dorpêçê de ye li avahiya Odeya Bijîşkan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên pêkhateyên platformê tev li civînê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê kurmancî ji aliyê hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs ve, tirkiya wê jî ji aliyê serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Veysî Ulgen ve hat xwendin.
Mehmet Nûr Ûlûs di daxuyaniyê de bi bîr xist ku nifûsa bajarê Kobanê ku 150 hezar bû, bi pêla koçberiyê ya giran a ji derdora Heleb û Reqayê bûye 600 hezar û wiha got: “Di şert û mercên asayî de li malên ku tenê malbatek lê dijî 4-5 malbat neçar mane bi hev re bijîn; her wiha dibistan veguherîne navendên stargehan. Li hemberî nifûsa zêde bûyî, binesaziya heyî îflas kiriye. Li nexweşxaneyan neştergeriyên plankirî sekinîne, xizmetên radyolojî û laboratuvarê bêkar mane. Xizmetên diyalîzê û welîdina jinan di bin xetereyeke mezin de ne. Qediyana oksîjenê ya li nexweşxaneyan; ji bo nexweşên lênêrîna giran, pitikên nûbûyî û nexweşên rêyên bêhnvedanê xetereyeke mirinê ya rasterast diafirîne. Her wiha di bûyerên zikçûna akût, bronşît, gerya û enfeksiyonan de zêdebûneke cidî tê dîtin. Nexweşên kronîk jî nikarin xwe bigihînin dermanên xwe yên jiyanî.”
Mehmet Nûr Ûlûs wiha bang li hemû saziyên tenduristiyê kir: “Em bang li saziyên têkildar ên Hikumeta Komara Tirkiyeyê jî dikin ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin, destûrên mirovî yên pêwîst di cih de bidin û ji bo derbasbûna alîkariya mirovahî berpirsiyarî bigirin û Deriyê Sînorê Mûrşîtpînarê vekin.”


