Polîs binçav dike dadgeh wan dişîne girtîgehê

Polîsan li navçeya Geverê bi ser gelek malan de girtin û 20 kes binçav kirin. Li Şirnexê jî 19 jê zarok 33 kesên hatibûn binçavkirin, li dadgehê hatin girtin.

1 deqe xwendin
Polîs binçav dike dadgeh wan dişîne girtîgehê

Polîsan li navçeya Geverê ya Colemêrgê 20 kes binçav kirin. Dadgeha Şirnexê jî 19 jê zarok 33 kes girtin û şandin girtîgehê. 

Gever 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, polîsan di saetên êvarê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan bi îddiya “propagandaya rêxistinê kirine” bi ser malan de girtine û 20 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Geverê.

Şirnex 

Li Şirnexê jî bi hinceta tev li çalakiyên ji bo Rojava hatin lidarxistin bûne 2 kes hatin girtin. Li Şirnex û navçeyên wê heta niha bi heman hincetê 19 jê zarok 33 kes hatin girtin.

2 kesên ku di 30ê Çileyê de li navenda Şirnexê bi serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin hatin girtin. 4 kesên ku bi hinceta tev li çalakiyên ji bo Rojava hatin lidarxistin bûne di 30ê Çileyê de hatibûn binçavkirin piştî kar û barên ên îfadeyê yên li miduriyeta polîsan bi dawî bûn îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê A.K. (23) û M.T. (24) bi daxwaza girtinê û her du kesên din jî bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Şirnexê kirin. A.K. û M.T. bi îdiaya “Madeyên bixeter bêdestûr li cem xwe dihewînin” hatin girtin û her du kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Hejmara kesên ku ji 13ê Çileyê ve li Şirnex û navçeyên wê bi hinceta tev li çalakiyên ji bo Rojava hatin li dar xistin bûne hatine girtin derket 33yan. Ji van 19 jê zarok in. Ji wê rojê ve herî kêm 65 kes hatin binçavkirin. Nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç ê di 14ê Çileyê de li navçeya Cizîrê di dema çalakiyan de bi hinceta ku karê xwe yê rojnamegeriyê dikir hate binçavkirin û girtin jî 16 roj in di girtîgehê de tê ragirtin.