Polîsan 5 ciwanên enternasyonalîst li Amedê binçav kirin
Polîsan li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst yên ku ji bo piştgiriya Rojava hatibûn Bakurê Kurdistanê binçav kirin.

Polîsan 5 ciwanên enternasyonalîst ên ji Almanyayê ji bo piştgiriya Rojava hatibûn Bakurê Kurdistanê li Amedê otela ku lê diman binçav kirin û birin qereqola polîsan. Hate zanîn ku polîs dê ciwanan bişînin Stenbolê û li wir dersînor bikin.


