Prensîbên Machiavelli li Kurdistanê têk çûn

Rojnameger û nivîskar Medenî Ferho, têkildarî peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin axivî û destnîşan kir ku HSDê bi vekişîna hêza xwe, rê li pêşiya şerê gelan girt û Rojhilata Navîn ji kaosek mezin xelas kir. Medenî Ferho da zanîn ku bi vekişîna HSDê, prensîbên Machiavelli li Kurdistanê têk çûn.

1 deqe xwendin
Prensîbên Machiavelli li Kurdistanê têk çûn

Piştî HTŞê û komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê di 6ê çile de êrîşî taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê kirin û berê xwe dan dan Rojhilatê Firatê, kurd li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê daketin qadan. Rêveberiya Xweser di 19ê Çile de seferberî îlan kir û hemû kurd tev li seferberiyê bûn. Piştî serhildanên gel di navbera HSD-Rêveberiya Xweser û HTŞ-Hikûmeta Demkî ya Şamê de peyman hatin îmzekirin. Li ser serhildana kurdan û peymana hatiye îmzekirin Rojnameger û nivîskar Medenî Ferho nirxandin kir. 

Xwestin gelan bînin beramberî hev 

Rojnameger û nivîskar Medenî Ferho, li ser armanca êrîşên HTŞê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Medenî Ferho anî ziman ku senaryoyeke gelek mezin li Rojhilata Navîn ket rojevê û wiha got: “Xwestin gelan bînin beramberî hev. Lê gelê kurd hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li welatên cîhanê vînek gelek xurt û dîrokî nîşan da. Ev peymana dawî ku di navbera HTŞê û Rêveberiya Xweser de hat îmzekirin, hêzên navdewletî yekîtiya kurdan dîtin. Dîtin ku êdî nikarin gelê kurd têk bibin. Famkirin ku eger êrîşî gelê kurd bikin, dê li Rojhilata Navîn kaoseke gelek mezin derkeve. Lewra paşve gav avêtin û peyman îmze kirin. Ev peyman tenê di navbera Rêveberiya Xweser û HTŞ-Şamê de pêk nehatiye. Di heman demê de ev peyman di navbera Rêveberiya Xweser, HTŞ û Enqereyê de pêk hatiye. Ji destpêkê heta îro Tirkiye bi hemû hêza xwe, hêzên cîhadîst li Şamê kirin desthilat û ji bo wan çadir veda. Di aliyê siyasî, aborî û dîplomasiyê de destekek gelek mezin da wan.”  

Çeteyên duh îro li Şamê kirin desthilatdar

Medenî Ferho bal kişand ser êrîşên li dijî taxên kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û wiha axivî: “Êrîşa li dijî taxên kurdan ên Eşrefiye û Şêxmeqsûd bi fermana Serfendariya Artêşa Tirk hat destpêkirin. Ji aliyê artêşa tirk ve sewq û îdare hatin kirin. Dewleta tirk di aliyê lojîstîk û hewayî de jî piştgiriyek mezin da HTŞ û DAIŞê. Divê mirov ji bîr neke ku hêzên navdewletî ev çeteyên ku wekî dijminên mirovahiyê dihatin dîtin û welatên Ewropa ji ber wan dikir hawar, îro ew çete li Şamê kirin desthilatdar. Dîktadorek şandin û li şûna wî celadek kirin desthilatdar.” 

Medenî Ferho li ser sedema vê yekê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Hêzên navdewletî li bejn û bala gelan nanerin. Tenê ji bo berjewendiyên xwe tev digerin.  Li demokrasî û mafên gelan nanerin. Di şerê navbera Îsraîl û Xezayê de jî hat dîtin ku tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Sed sal berê jî me ev yek li ser Kurdistanê dît. Kurdistan parçe kirin û 4 parçeyên tampon ava kirin. Hemû dewlet jî bi xwe ve girêdn. Çawa dixwazin bikar tînin.” 

Medenî Ferho, bal kişand ser civîna li Parîsê pêk hat û got: “Di civîna Parîstê ya di navbera Tirkiye, Îsraîl û Colanî de pêk hat, hat dîtin ku armanca wan ne demokrasî, hikûq û mafên mirovan e. Balkêş e dewletên ku temenê wan  100 sal û 50 sal bi hêza terorê re rûnişt û peyman îmze kir. Li vir dîsa hat dîtin ku armanca wan ne hiqûq, edalet û ne demokrasî ye. Armanca wan bazirganî ye.” 

Divê ev peyman bi qanûnan bê mîsogerkirin 

Medenî Ferho da zanîn ku piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meseleya demokrasiyê danî holê, hêj nû navdarên ku xelata Nobelê girtine û hin siyasetmedaran ev xist rojeva xwe û wiha berdewam kir: “Gotin dê civaka demokratîk bibe bingeha çareseriya pirsgirêkên ku netew dewletan derxistiye. Divê kurd vê vîna ku derketiye holê baş bibînin û tu carî ji dest bernedin. Ev peymana ku di navbera Rêveberiya Xweser –HSD û Rêveberiya Şamê – Enqereyê de derketiye peymaneke siyasî ye. Ev peyman wekî peymana 10ê adarê dikare bê fesixkirin û têk jî biçe. Divê ev peyman bi qanûnên ku li Sûriyeyê bên avakirin bêne mîsogerkirin. 

Gel her tim agirê Newrozê pêxistiye

Medenî Ferho bal kişand ser bandora serhildanên Kurdan ên li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê û wiha lê zêde kir: “Eger kurd li çar aliyan ranebûna ser piyan, dê encam wekî referanduma Kurdistanê ku li Başurê Kurdistanê pêk hat bûbûya. Niha hêzên navdewletî kampanya reşkirinê dane destpêkirin. Mînaka Niccolò Machiavelli ye. Kurdan ji destpêkê heta mînakên Machiavellî li ber çavan negirtine. Gelê Kurd li Kobanê jî ev pêşniyar red kirin. Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê teza Machiavellî red kir û têk bir. Prensibên Machiavelli li Kurdistanê têk çûn. Gelê kurd her tim li dijî zilmê agirê Newrozê pêxistiye û planên Nemrûd têk birine. Kurdan di Şoreşa Rojava de, di Kobanê de û niha jî agirê Newrozê pêxistin. Hemû seneryoyên wan têk birin.” 

‘Peymana li Parîsê berdewama komplo ye’ 

Medenî Ferho têkiliya peymana 5ê çile ku li Parîsê pêk hat û komployê jî nirxand û wiha axivî. “Mirov dikare wekî berdewama komplo bibîne.  Komploya yekemîn di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd pêk hat. Lê komplo bi dawî nebû. Tecrîd hêj didome. Vê carê bi piştgiriya hêzên navdewletî berê xwe dan Eşrefiye û Şêxmeqsûd û piştre berê xwe dan Rojava komploya duyemîn e. Berê dema DAIŞ ket Mûsilê û berê xwe da Kobanê dîsa destê hêzên navdewletî hebû. Hêzên navdewletî heta beriya Kurd li dijî DAIŞê bi ser bikevin jî çeteyên DAIŞê destek dikirin. Ambulansên Fransayê birîndarên çeteyên DAIŞê di sînorê Hatayê re dibirin Tirkiyeyê û li wir derman dikirin. Piştî DAIŞîyan li Fransa, Belçîka û Îngîltereyê êrîş kirin, vê carê nû berê xwe guhertin. Heta  niha hêzên navdewletî yek carê jî civîneke siyasî bi rêveberên HSDê re pêk neanîye. Hemû civîn di milê leşkerî de pêk anîye. Gelê kurd li vir hem dirûtiya hêzên navdewletî dîtin û hem jî dirûtiya dewleta tirk dîtin û bûn yek.” 

Vê carê xwestin kurd û ereban bînin beramberî hev 

Medenî Ferho bal kişand ser senaryoya duyemîn û wiha dirêj kir: “Di komploya yekemîn de xwestin kurd û tirkan vê carê jî xwestin gelê kurd û ereban bînin beramberî hev. Eger di navbera kurd û ereban de şer pêk hatibûya dê kaos û komkujiyek mezin pêk hatibûya. HSDê bi xwe vekişînê gaveke dîrokî avêt û destûr neda ku şerê kurd û ereban pêk bê. Ev gava HSTê û Rêveberiya xweser taqtîkeke gelek baş û bi aqilane bû. Ev aqil bi paradîgmaya Rêber Ocalan derketiye holê. Kurdan di şerê li Eşrefiye û Şêxmeqsûd de nîşan dan ku Kurd têk naçin û li ber xwe didin.” 

‘Rêber Apo tu carî şer nexwestiye’

Medenî Ferho li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abtdullah Ocalan a der barê Rojava de jî nirxandin kir û wiha bi dawî kir: “Rêber Apo tu carî şer nexwestiye. Ji destpêkê heta niha zêdeyî 7 çaran agirbest îlan kir û her dem aştî xwest. Her em ji bo aqil, felsefe û civaka demokratîk têxe meriyetê têkoşiya. Her dem bang li rêya aqil û diyalogê kir. Her tim rayedar hişyar kir ku eger bi gelê kurd re li hev nayê dê tu carî pirsgirêk bi dawî nebe. Her tim anî ziman ku tirk bi xêra kurdan gihiştine armanca xwe. Her dem mînakên dîrokê û îro dane. Rêber Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe yên dawî de destnîşan kiriye ku pirsgirêkê bi rêya diyalog û muzakereyan çareser bikin. Her dem Rêber Apo sozên xwe pêk anîne. Lê dewleta tirk sozên xwe pêk neanîye. Divê Tirkiye banga  aştî û civaka demokratîk cîddî bigire. Kurd êdî ne kurdên berê ne. êdî bi aqilê civakî û demokratîk tev digere.”