Prof. Dr. Aslan: Divê hemû beşên civakê erka xwe pêk bînin

Prof. Dr. Şukru Aslan li ser demokratîkbûna komarê û çareseriya pirsigirêka Kurd axivî û diyar kir ku derfeta Tirkiyeyê heye ku bi munasebeta meseleya Kurd hemû pirsgirêkên xwe bîne rojevê wan çareser bike.

1 deqe xwendin
Prof. Dr. Aslan: Divê hemû beşên civakê erka xwe pêk bînin

Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin re, muzakereyên ji bo lêgerîna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ji nû ve dest pê kirin. Ji ber ku pêvajoyên ku berê jî bi bangên Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin bi sabotajên cûda hatibûn astengkirin. 

 Prof. Dr. Şukru Aslan ê ku yek ji vexwînerê "Konferansa Vegurîna Demokratîk a Komarê" ye û dê di 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin, der barê gavên ji bo demokratîkbûna komarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Şukru Aslan diyar kir ku di binê pirsgirêkên civakî yên ku îro tên jiyîn de, ew pirsgirêkên ku berî ragihandina komarê dest pê kirine û di pêvajoya bi komarê re berdewam kirine û civiyane hene.

 Şukru Aslan anî ziman ku xala sereke ya nîqaşên li ser komarê tên kirin, polîtîkaya înkarê ya berî komarê û piştî wê ye û ev tişt got: "Îro li ser vê yekê lihevkirinek heye ku alozîyên civakî û siyasî yên ku em dijîn, bi giştî ew pirsgirêk in ku bi ragihandina komarê û di pêvajoya berî ragihandina wê de dest pê kirine û bi komarê re rûdane û civiyane. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, berî her tiştî divê mirov li paşerojê binêre û ji wir dest pê bike. Dema ku em di sedsaliya komarê de hevrûbûnekê dikin; avahiya siyasî, civakî, çandî û aborî ya ku ber bi avakirina komarê ve çûye û bi avakirina wê re hatiye avakirin, heke em hemûyan bi hev re nîqaş bikin û yên ku dikarin bibin çavkaniya pirsgirêkên îro tespît bikin û amûrên ku derbaskirina wan pêkan dikin pêşniyar bikin, di van mijaran de bi rastî lihevkirineke giştî heye. Ev konferansa ku dê bête çêkirin, dikare wekî encam û ramaneke vê lihevkirina hevpar bê hesibandin."

 Divê beşên civakê têkevin dewrê 

Aslan bal kişand ser rewşa sal û nîveke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pê de çû: "Hem derfetek e hem jî derfeteke bi temkîn e. Dibêjim hem derfetek e ji ber ku piştî demeke dirêj ku di dîroka Tirkiyeyê de serdemên wiha hene, mercên ku derfeta nîqaşkirina pirsgirêkan çêdibin. Mercek wiha ji bo vê yekê derfetek e, lê di heman demê de di warê çareseriya van pirsgirêkan de rewşeke parastin û temkîniyê heye. Di vê aloziyê de, ji bo ku ev pirsgirêk derfetekê ava bikin û çareser bibin, divê beşên civakî yên pir cûda bikevin dewrê. Ne tenê siyasetmedar, divê rêxistinên civaka sivîl, saziyên pîşeyî û beşên cûda yên civakê bikevin dewrê, deng û gotina xwe bînin ziman. Belê wê demê derfet û potansiyela veguherandina vê yekê bo fersendekê dikare hêj zêdetir bibe. Dê ber bi ku ve biçe, daxwaz û hêvîyeke min heye ku ev bibe derfetek. Ez hêvî dikim ku wiha bibe ji ber ku Tirkiyeyê hewcedariya wê bi vê yekê heye. Ne tenê di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de, dikare derfeteke wiha pêşkêş bike ku mirov hemû pirsgirêkên din jî bi wesîleya meseleya Kurd bîne rojeva xwe û çareser bike."