Prz. Gurkan Çakiroglu: CHP û AKP cêwiyê zerdika hêkekê ne
Nivîskar û Parêzer Gurkan Çakiroglu, anî ziman ku 100 sal in li Tirkiyeyê hiqûq tune û wiha got: “Li pişt mudaxaleya li dijî CHPê Beştebe heye. CHP û AKP cêwiyê zerdika hêkekê ne. Lê AKP dixwaze li ser be.”

CHPê di 2023an de Kongreya 38an pêk anîbû. Di kongreyê de Ozgur Ozel bûbû Serokê Giştî yê CHPê. Lê piştî 3 salan dadgehê der barê kongreyê de Biryara Deqez da û li şûna Serokê CHPê Ozgur Ozel, Kemal Kiliçdaroglu tayîn kir. Piştî vê operasyonê alozî û niqaşên li ser CHPê didomin. Têkildarî operasyona li dijî CHPê, armanc û encama vê operasyonê nivîskar û Prz. Gurkan Çakiroglu ji bo Azadiya Welat nirxandin kir.
Nivîskar û parêzer Gurkan Çakiroglu, têkildarî armanca operasyona li dijî CHPê axivî û got: “Armanca 19ê Adarê çiye (Di 19ê Adarê de Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatibû binçavkirin û piştre hate girtin) armanca 21ê Gulanê jî heman tişt e. Erdogan ê di siyasetê de hêza xwe zêde nake, armanc dike ku yê li dijî wî dibe alternatif jî lawaz bike. Dixwaze piştî demekê hêzên ku li dijî wî alternatif e, tune bike. Di vê dema ku pêvajoya derbasî faza duyemîn dibe de, ji bo rewşa xwe mîsoger bike ev mudaxale kir.”
Beştepe li pişt operasyonê ye
Parêzer Gurkan Çakiroglu, têkildarî hêza li pişt vê operasyonê jî axivî û got: “Li pişt vê mudaxaleyê ne dewlet û ne AKP heye. Li pişt vê mudaxaleyê Beştepe heye.”
CHP, faîlê nebûna hiqûqê ye
Gurkan Çakiroglu, di aliyê dad, demokrasî û hiqûqê de jî mudaxaleya li dijî CHPê nirxand û wiha berdewam kir: “Pir aşkere ye ku ev mudaxale li dijî hiqûqê ye. Lê Tirkiye ji xwe ne dewleta hiqûqê ye. 100 sal in ne ya hiqûqê ye. CHP jî; ji bo dewleta Tirkiye nebe dewleta hiqûqê faîleke yekemîn e. Hîn bi kiryarên xwe rû bi rû nebûye. Lê li ser tişta ku li dijî wê tê kirin diaxive. Bi vê nerînê derdê me derman nabe. AKP û CHP hem di nava têkiliya simbiyotîk de ne, hem jî cêwiyê zerdikekê ne.”
Cêwiyê zerdika hêkekê ne
Gurkan Çakiroglu, li ser astengiya CHPê ya li pêş AKPê û nêzîkatiya AKPê ya li dijî CHPê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “CHP nabe asteng. Ev cêwiyê zerdika hêkekê ne. AKP tenê aliyê serdest ê têkiliya simbiyotîk e. AKP dixwaze her tim li jor be. Nexwe her du mîna hev in. Eger bingeha CHPê rêya xwe nebîne, dê di aliyê moral de lawaz bibe. Ev ji bo welêt baş nabe.”
Dê teqez bi ser bikevin
Li ser bandora vê operasyona li dijî CHPê ya li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî Prz. Gurkan Çakiroglu wiha got: “Ez bawer nakim neyînî bandorê bike. Ev hamleyeke ku dixwaze qada têkiliya Bahçelî-Ocalan teng bike û wan mohtacî Erdogan bike ye. Lê herdu Rêber jî xwedî hêz in ku vê astengiyê derbas bikin. Bêguman ne hêsan e. Lê teqez dê bi ser bikevin.
Gurkan Çakiroglu, li ser siberoja CHPê jî rawestiya û got: “Ez bi xwe ji Îmamoglu bawer nakim. Rêberekî siyasî ku dixwaze bişibe Erdogan. Di esasên xwe de yek in. Îmamoglu ne heqîqetê zane, ne jî eleqeya wî ya ji bo heqîqetê heye. Dikarin nutuk û quranê bixwînin. Lê bi milyonan mirovên ji wağn bawer dikin hene. Hêvî dikim ji bo partiyekê ava bikin dê zû birê bikevin. Nexwe dê bi milyonan kes di dema sindoqê de bêçare bimînin.
CHP partiyeke ku pûtê wê heye. Ne pêkan e bê guhertin. Ji bo guhertinê jî tiştekî şêner nekirine. Serkeftina di hilbijartina 2024an de, hunera wan tune bû. lawaziya îktîdarê bû. CHP bi vî halê xwe nikare bibe motora Tirkiyeyê.”


