Qubad Talabanî: Pêvajoya aştiyê pêvajoyeke girîng û dîrokî ye
Qubad Talabanî ku der barê hevdîtina şandeya YNKê ya bi Hakan Fîdan re li Enqereyê daxuyanî da û diyar kir ku YNKê dê nebe parçeyekê ji pevçûn û aloziyan.

Piştî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kusret Resûl duh li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyan. Qubad Talabanî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di civînê de, me amadebûna Herêma Kurdistanê û YNKê ji bo her cure piştgiriyê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê anî ziman û hêvî kir ku ev qonaxa nû têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de xurtir bike ku bi taybetî jî parêzgeha Silêmaniyê di warên bazirganî, veberhênan, xwendina bilind û geştiyariyê de.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng û dîrokî ye û em bi baweriyeke mezin û hêviyeke mezin lê dinêrin. Ez kêfxweşim ku hikûmeta Tirkiyeyê û partiyên wê ji bo serkeftina pêvajoyê pabendin. Der barê rewşa herêmê de, me helwesta xwe ya neguher teqez kir ku emê nebin beşek ji pevçûn û aloziyan. Di şûna wê de, em ê bi hevkarên xwe re bixebitin da ku aştî û aramiya herêmê biparêzin.
Der barê mijara avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, me teqez kir ku divê aliyê rewşa nû ya li herêmê, Iraq û Kurdistanê li ber çavan bigirin, da ku avakirina hikûmeteke nû bilez bikin. YNK amade ye ku beşdarî hikûmeteke li ser bingeha şirîkatiyeke rastîn bibe.”


