Raperîna gelên Îranê: banga ji bo mirovahiyê
Îran di van salên dawî de gelek caran bû navenda serhildanên girseyî. Ji raperînên berê cudatir îca gel li hemberî rejîmê gelekî bi hêrs e. Girseyên gel li hember rejîmê li qadan dibin yek.

28ê kanûna 2025an li Îranê û paşê jî li rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên gel dest pê kir ku ev xwepêşandan heta niha didomin. Serhildana niha ji gelek hêlên xwe ve dişibe raperîna ku di 2022yan de li rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li tevahiya cîhanê deng veda. Piştî kuştina Jîna Emînî, di serî de jinên bajarê Saqizê û hemû xelkê rojhilatê Kurdistanê ji vê raperînê re rêberî kirin, bi hişmendî û biryardarî li dijî zilma rejîma komara îslamî serî hildan. Di xwepêşandanên vê dawiyê de jî dîsa jin dibin hedefa rasterast a rejîma Îranê ku ji bo şikandina îradeya jinan, dest bi girtinên girseyî, kiryarên kirêt ên tundiya cinsî, biçûkxistina jinan û kuştinê kiriye. Rabûna gelên Îranê li dijî zilm û zordariyê ji bo tevahiya mirovahiyê bangek e. Di heman demê de li hemberî rejîma mêrê serwer qêrînek e.
Em bala xwe bidin rabûrduyê ya vî welatî ku ev nêzî 120 sal in, gelê Îranê, ji bo bigihe azadî û edaletê têdikoşe. Ji bo azadiyê berdêlan dide, lê dîsa jî gavan bi paş ve navêje. Di rastiya xwe ya dîrokî de serwer e. Di mijara werçerxê ya hebûnê de, pêkhateyên îranî li hemberî kedxwarî û gandeliya rejîma şah û molayan mînaka herî baş a zivirîna dîrokê ye. Hêza civakê ji avahîsaziya vê dîrokê tê.
Hêza otorîter a olî ku ev 47 sal in li Îranê serwer e, bi polîtîkayên xwe yên xwînmij jiyana gel û baweriyên vê erdîngariyê, aniye halê ku ji pêwîstiyên xwe yên bingehîn bêpar bimîne. Feqîrî, gendelî, bihabûn, krîzên av û elektirîkê û bêkarî mixabin gel aniye vê rewşê. Rejîm ji roja destpêkê heta niha, li beramberî daxwazên gel serî li zextê daye û tenê bekaya xwe parastiye. Lê êdî gel û baweriyên cuda yên vî welatî bi biryar in ku vê rejîmê bi hevgirtinê hilweşînin!
Komara Îslamî ya Îranê ji welatekî Rojhilata Navîn e ku di nîvsedsala dawî de her dem bûye cihê berxwedana gelan. Tevî wê jî heta niha hemû daxwaz û pirsgirêkên gel û baweriyan, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine paşguhxistin, çalakî û xwepêşandanên gel hatine tepisandin. Lewma bi dehan sal in li ser vê axê alozî, pevçûn û şer kêm nebûne.
Li erdnîgariyeke ku rewşa jinan ji hêla civakî, siyasî û aborî ve gelek zehmet e; jin di nav refên herî pêş ên berxwedanê de cih digirin. Ji xwepêşandanên Îranê ku ev çend roj in gel li ser piyaye, serkêşiya wê jin dikin. Rewşa îro ku li Îranê diqewime, kes nizane wê ev rewş ber bi ku ve biçe. Li tevahiya Îranê ku ev çend roj in raperîna gelan heye, kêlî bi kêlî berbelavî bajarên mezin dibe. Têvî ku dawazên pêkhateyan ên her beşekê ji hev cuda ne jî, bala xwe bidinê, di mijara rûxandina rejîma faşîst de hemû komên etnîkî piştevaniya hev dikin…
Îran di van salên dawî de gelek caran bû navenda serhildanên girseyî. Ji raperînên berê cudatir îca gel li hemberî rejîmê gelekî bi hêrs e. Girseyên gel li hember rejîmê li qadan dibin yek.
Jin, ciwan û welatiyên ji nasnameyên cuda yên Îranê li dijî krîza aborî û zextên ku roj bi roj zêde dibin derdikevin kolanan û daxwaza mafên xwe dikin. Di her xwepêşandanê de jin û ciwan rastî tundiya hêzên rejîmê tên. Rayedarên Îranê di siyaseta xwe ya zext û tundiyê de bi israr in ku ev rêbazê tepisandinê ye, siyaseta qirkirinê ye û ev rê li ber çareseriyê venake.
Hêzên hegemon hewl didin ku Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin. Rêya yekemîn a vê projeyê; rêzgirtina li hemberî îradeya gelên li herêmê, berfirehkirina pergala demokratîk e.
Xwepêşandanên li Îranê ne tenê nerazîbûnên li dijî krîza aborî, di heman demê de daxwaza wekhevî û azadiyê ye. Polîtîkayên zordariyê yên li dijî daxwazên gelan çareseriyê pêk naynin; qeyranên heyî kûrtir dikin. Di vê rewşa heyî de rejîm neçar e ku guh bide dengê milyonan û gavên çêker ên guhertinê biavêje û pêşî li rêyên çareseriyê vebike. Li Rojhilata Navîn dîrokê gelek caran îspat kir ku parastina herî xurt a li dijî mudexeleya hêzên derve, pêşîgirtina hejariya aborî û jihevparçebûna civakê û avakirina pergalek demokratîk e ku xwe dispêre erêkirina gelan.
Îro jî di serî de li bajarên rojhilatê Kurdistanê û li tevahiya Îranê gel ji ber xizaniyê li dijî rejîmê daketine kuçeyan. Di encama polîtîkayên rejîmê de ji ber xizanî û gendeliyê gelên Îranê li her bajarî bi xwepêşandan doza mafê xwe yê jiyanê dikin. Nerazîbûna qeyrana aboriyê êdî vediguheze raperîna ji bo azadiyê…
Hetanî îro jî li Îranê mafê jinan tê xespkirin, zext û zordariya li ser bawerî û mezhebên din, her wiha li hemberî daxwaza mafên hemwelatîbûna azad a gelê kurd timî bi darvekirinê bersiv hatiye dayîn. Niha destpêkê gelê rojhilatê Kurdistanê û hemû gelên Îranê li hemberî vê rejîmê disekinin ku bi awayekî xurt nerazîbûna xwe li qadan nîşan didin. Zext û zordarî, binpêkirina mafên mirovan li rojhilatê Kurdistanê, sedema herî mezin a hêrsa jinan e. Bi hincetên vik û vala bi sedan kurd tên darvekirin û di girtîgehan de rastî îşkenceyê tên. Ji lewra çeka herî bibandor ku di vê pêvajoyê de bê bikaranîn; bêguman bipêşxistina yekîtiya demokratîk a gelê kurd e. Bi vê wateyê raperîn û berxwedana gelê Îranê têkoşînek rewa ye. Divê daxwazên civakê werin qebûlkirin.


