Rapora Komîsyonê hat qebûlkirin

Rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê ku ji 7 xal û 60 rûpelan pêk tê bi 47 dengan hat qebûlkirin.

1 deqe xwendin
Rapora Komîsyonê hat qebûlkirin

Komîsyona Meclîsê civîna xwe ya dawî li dar xist. Di civînê de rapora hevpar bi dengdayînê hat qebûlkirin. Ji 51 endamên komîsyonê 47 jê weke “erê” deng dan û 2 kesan neyînî deng da û kesek jî ne erênî û ne jî neyînî deng da. Bi vî awayî rapora hevpar hat qebûlkirin.

Endamên komîsyonê yên DEM Partî dê der barê mijarê de daxuyanî bidin.