‘Rejîm çiqas hov nêzîk dibe, gel ew qas radîkal dibe’
Rêveberê PJAKê Camêr Marabî, li ser serhildanên gel ên li dijî rejîma Îranê diyar kir ku zêdetirî 2 hefte ne înternet hatiye qutkirin û zêdetirî 20 hezar mirov hatine kuştin. Camêr Marabî, da zanîn ku rejîm çiqas hov nêzî gel dibe, li dijî vê yekê gel tifaqa xwe û çalakiyên xwe bêhtir radîkal dike.

Li Îranê gel, 28ê kanûna 2025an, li dijî pirsgirêkên aborî li Tehranê daket qadan û dest bi çalakiyan kir. Çalakiyên ku li Tahranê dest pê kir, li gelek bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê belav bûn. 8ê çileya 2026an, li gelek bajaran greva giştî dest pê kir û çalakî li tevahiya Îran û Rojhilat belav bûn. Piştî çalakî li tevahiya Îranê belav bûn, rejîma Îranê, 8ê çileyê, înternet li ser gel qut kir û rasterast gule li ser girseyê reşandin. Li gorî raporên cuda bi hezaran mirov hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Amerîkayê (HRANA) der barê protestoyên ku 28ê kanûna 2025an li seranserî welêt dest pê kirin, raporek weşand. HRANAyê ragihand ku herî kêm 6 hezar û 126 kes di xwepêşandanên Îran û rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin.
Rêveberê Rêxistina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Camêr Marabî bal kişand ser rewşa dawî û diyar kir ku zêdeyî 2 hefte ne înternet hatiye qutkirin û got: “Ji ber înternet hatiye qutkirin kesên ku bixwazin têkiliyê bi nav Îranê re deynin pir zehmetiyan dijîn. Piştî li Îranê serhildana gel çêbû, rejîma Îranê 90 milyon welatî kirin zindanê. Di nav 2 rojan de komkujiyek herî mezin ku mînaka wê di dîrokê de û li ti welatan tune ye pêk anî. Di dîroka serhildanên Îranê de komkujiyeke wisa pêk nehatiye. Li gorî belgeyan di nav hefteyekê de zêdetirî 20 hezar mirov hatine kuştin. Ev rewş rastiya Îranê nîşanî me dide.”
Camêr Marabî da zanîn ku çalakî didomin û wiha berdewam kir: “Gelê Îranê li ruxmê hovîtî û êrişên rejîma Îranê jî dîsa ruh û sekna xwe ya serhildanê wenda nekiriye. Rejîm dixwaze bi qutkirina înternetê têkiliya gel bibire. Niha li Îranê înternet qut e. Kesên înternetê bi kar tînin jî divê navê xwe qeyd bikin û saet di çenda de bi kar tînin tevî qeyd bikin. Em dikarin bibêjin tecrîda ragihandinê li ser gel heye.”
Zêdetirî 20 hezar mirov hatin kuştin
Camêr Marabî anî ziman ku dema mirov ji bajarekî biçe bajarekî yan jî ji gundekî biçe gundekî, leşker lêgerînê dikin, telefonan kontrol dikin û mirovan binçav dikin û got: “Daneyên cuda hene. Li gorî amaran zêdetirî 20 hezar mirov hatine kuştin. Lê girtin û binçavkirin pir pir zêde ne. Mirov nikare agahî ji nav Îranê werbigire.”
Camêr Marabî li ser hêz û tifaqa gelên Îranê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Li Îranê hêz û alternatîfa ku bikaribe li tevahiya axa Îranê hemû hêzan li hev kom bike tune ye. Li Îranê çarenûsa gelê kurd, fars û belûc girêdayî hev e. Kurd li Îranê dixwazin xwedî ziman, çand û nasname bin. Dixwazin qedera xwe bi destê xwe diyar bikin. Belûc jî heman tiştî dixwazin. Gelê kurd, fars, ereb û belûc sekna kurê şah qebûl nakin.”
Partiyên kurdan bûn yek
Li ser tifaqa partiyên kurdî, Camêr Marabî got: “Niha di navbera 7 partiyên kurdî yên Rojhilat de tifaqek çêbûye. Gelê kurd çiqas bikaribe yekîtiya xwe bi pêş bixe, dê ewqas jî li dijî rejîma Îranê mafê xwe biparêze. Bandora serhildanan ji sedî sed li ser yekîtiyê heye. Di şoreşa Jin Jiyan Azadî de me dît. Gel li Îranê cudahî nexist nav partî, bawerî û nasnameyan. Li dijî rejîmê hemû dibin yek. Li Rojhilat gel bêyî li partiyan binihêre tifaqê dike. Tifaqa gel li Rojhilat pir xurt e.”
PJAK ji bo demokrasiyê têdikoşe
Camêr Marabî li ser rol û rista PJAKê ya li ser yekîtiya gelan jî rawestiya û got: “Xebatên PJAKê li Rojhilat hem ji bo çalakiyan heye. Hem jî xebatên wê yên dîplomasiyê hene. Li rojhilatê Kurdistanê gel birêxistin dike. Hem hêza wê ya leşkerî heye, hem hêza wê ya siyasî heye. Di nav gel de sal 12 meh xwe birêxistin dike. Dixwaze bi awayekî demokratîk bi hemû gelan re bide û bistîne. Ji bo Îraneke demokratîk têdikoşe. Ji bo hemû gelên li Îranê bi ziman, çand û nasnameya xwe azad bijî, têdikoşe.”
Gel êdî ji rejîmê natirse
Camêr Marabî destnîşan kir ku di sala 1979an de li dijî rejîma Îranê hebû û wiha bi dawî kir: “Beriya 79an di navbera serhildanan de nêzî 10 salan hebû. Lê her ku ber bi îro ve hat navbera serhildanan kurttir bû. Her ku serhildan zêde bûn, hem li hemû bajarên Îranê belav bûn, hem bêhtir xwe bi kûrahî rêxistin kirin. Li ruxmê kuştin, darvekirinan a rejîma Îranê jî tifaqa gelan xurttir bû û dest ji çalakî û serhildanên xwe bernedan. Bi biryar sekna xwe ya li dijî rejîmê diyar kirin. Rejîm çiqas hov nêzî gel dibe û komkujiyan pêk tîne, gel di çalakî û serhildanên xwe de radîqaltir dibe. Rejîm êdî bi ti awayî nikare bibe bersiva gal. Êdî dema şoreşê ye. Ev rejîm êdî bi vê feraset û sekna xwe nikare bimeşe. An dê xwe biguherîne, an jî dê hilweşe. Gel êdî modernîteya kapîtalîst naxwaze û bêhtir yekîtiya xwe xurt dike.”


