Rejîma Îranê cenazeyê Hameney vedişêre

Rejîma Îranê ji bo Ayetullah Hamaney ê di operasyonên Îsraîl û DYAyê de beriya 4 mehan hatiye kuştin îro ji bo merasîma cenazeyê 3 rojan şîna fermî îlan kir. Merasîma cenazeyê Hamaney ê duh dest pê kirine dê 9ê Tîrmehê bi dawî bibe lê belê dê li seranserê Îranê 40 rojan çalakiyên bîranînê berdewam bikin.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê cenazeyê Hameney vedişêre

Di şerê Îsraîl, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Îranê dane destpêkirin li Îranê tevî gelek rayedar û fermandarên Rejîma Îranê, Serokê Olî Ayetullah Alî Hamaney jî hate kuştin. Di şer de tevî leşker û hêzên rejîmê zêdetirî 3 hezar 500 kes hatin kuştin zêdetirî 26 hezar û 500 kes jî birîndar bûn.

Dê peyamê bide DYA û Îsraîlê

Cenazeyê Serokê Olî yê Îranê Ayetullah Hamaney niha li Tirba Mezin a Tehranê tê nîşandan. Cenazeyê dê 9ê Tîrmehê roja Pêncşemê li Meşhedê were veşartin. Tê payîn ku dê bi mîlyonan kes, rayedarên dewletên tev li cenazeyê Hamaney bibin. Rejîma Îranê bi cenazeyê Hamaney dixwaze bi milyonan welatiyan kom bike û dijbertiya Îsraîl û Amerîkayê gur bike. Balkêş e ku ji bo vê yekê rejîm 4 meh in cenazeyê Hamaney veneşart û di pêvajoya pevçûn hatine sekinandin de vê yekê pêk bîne.