‘Rêveberî êdî bi vî halî nameşe’
Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn der barê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên hemwelatiyên azad û entegrasyonê de axivî û got: “Birêz Ocalan balê dikişîne ser entegrasyona kurdan a çar parçeyan. Ev girîng e. Êdî rêveberî halê berê nameşe.”

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 18ê sibatê de daxuyanî da. Şandeyê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye “Di serdema navîn de, têkilî li ser yekîtiya olî bû û sîstema mîrektiyan li ser vê bingehê hatibû avakirin. Lê îro, em ê bi awayekî ku li ser pîvan û aqilmendiya hemdem a guncav be, bi komarê re entegre bibin. Pirsgirêkek pênasekirina hemwelatîbûnê heye. Hemwelatîbûn girêdana ku bi dewletê re hatî danîn nîşan dide. Mirov dê di ola xwe de azad be, di neteweya xwe de azad be, di ramana xwe de azad be. Divê welatî bi qasî ku nasnameya xwe ya neteweyî diyar dikin, di derbirîna ol, mezheb û ramanên xwe de jî azad bin.”
Ji bo çar parçeyan entegrasyon divê
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de balê dikişîne ser tifaqa kurd û tirkan û entegrasyona Komara Demokratîk û got: “Tenê balê nakişîne ser vê yekê. Birêz Ocalan parastina entegrasyona gelê kurd a ku li Sûriyeyê bi dewleta Sûriyeyê re, li Iraqê bi dewleta Iraqê re, li Îranê bi dewleta Îranê re, li Tirkiyeyê jî bi dewleta Tirkiyeyê re entegrasyona demokratîk dike. Dixwaze çar dewlet li çar parçeyan bi gelê kurd re entegrasyona demokratîk pêk bîne. Bi vê yekê modela netewe-dewletbûnê derbas dike. Gelê kurd û tirk di dema Osmaniyan de li ser welatê hevpar demek pir dirêj bi hev re jiyan. Lê ti pirsgirêk jî derneket. Birêz Ocalan balê dikişîne Sultan Sencer, Kanûnî Sultan Suleyman. Diyar dike ku Sultan Sencer yekemîn car qala Kurdistanê dike û vê yekê qebûl dike. Birêz Ocalan destnîşan dike ku netewe-dewlet ne çareserî ye û çareserî li derveyî netewe-dewletê ye. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn dijîn entegrasyona demokratîk wekî çareserî dibîne.”
Divê di entegrasyonê de maf bên parastin
Yilmaz Hûn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser mijara hemwelatibûnê jî radiweste û got: “Birêz Abdullah Ocalan destnîşan dike ku polîtîkaya înkarê ya 100 salan ne çareserî ye û ev Anatolyaya ku baxçeyê çîçekan e hişk dike. Li Tirkiyeyê kurd jî hene û kokek wan a dîrokî heye. Lê komar li ser bişaftina kurdan û li ser tunekirina hemû nasnameyan hat sazkirin. Bi dijberiya ziman, çand û nasnameyên cuda komar bi pêş nakeve. Li aliyekî ziman, çand û nasnameya wan hat qedexekirin, li aliyê din tune hat hesibandin. Eger li welatekî mafên wekhev hebin, divê hemû welatî wekhev ji wî mafî sûdê werbigirin. Li her welatekî milletên sazumankar hene. Divê ziman, çand, nasname û nirxên van miletan bi zagonan bên parastin û bibin xwedî satuya zagonî. Entegrasyon dualî ye. Divê dewlet jî bi gelê kurd re û gelê kurd jî bi Komara Demokratîk re entegre bibe. Bi reng û nasnameya xwe divê entegre bibe. Ji bo wê jî divê feraseta berê ya înkar, qedexe û tunekirinê bê guhertin. Divê bi entegrasyonê mafên gelan bi zagonan bên parastin û qebûlkirin.”
Divê welatî bi azadî xwe bi rêxistin bikin
Yilmaz Hûn li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên Hemwelatiyên Azad jî rawestiya û got: “Hemwelatiyên azad divê bi awayekî azad xwe bi rêxistin bike. Divê li derveyî dewletê, bi awayekî xweser xwe bi rêxistin bike. Divê welatiyek li gorî xweseriya xwe bi ziman, çand, baweriya xwe bikaribe serbixwe xwe bi rêxistin bike. Divê ne girêdayî dewletê be. Lê mixabin niha li Tirkiyeyê ne wisa ye. Ji bo hemwelatiyên azad, bi awayekî azad xwe bi rê ve bibin û xwe ava bikin, divê şert û mercên azad û demokratîk bên avakirin. Niha li Tirkiyeyê gelê kurd ji vî mafî nikare sûdê werbigire. Zagonên heyî zagonên 12ê îlonê ne. Li ser polîtîkayên înkar û bişaftinê hatine avakirin. Divê ev zagon bên guhertin. Divê hişmendiya dewletê bê guhertin. Ji bo vê yekê divê stratejîk nêzîkî meseleyê bibe.”


