Rêveberiya Xweser zarokan bi zimanê dayikê perwerde dike

Hevseroka SZK’ê Viyan Hesen bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê nirxandin kir û diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû zarok bi zimanê xwe yê dayikê berwerde dibin.

1 deqe xwendin
Rêveberiya Xweser zarokan bi zimanê dayikê perwerde dike

Li Rojavayê Kurdistanê, bi avabûna Saziya Zimanê Kurdî (SZK) re di sala 2007’an de, hîmên bingehîn ên fêrkirina zimanê kurdî hatin danîn. Destpêkê bi awayekî komên biçûk û veşartî, SZK’ê xebatên fêrkirina zimanê kurdî li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê dan meşandin. Tevî ku hin kadroyên wê ketin zindanên rejîma Baasê jî, lê xebata fêrkirina zimanê dayikê ranewestand. Sazîya Zimanê Kurdî di 2011’an de piştî ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, dest bi perwerdekirina mamostayan kir û ji bo perwerdeya kurdî ya dibistanan mamosta perwerde kirin. Piştî ku perwerdeya dibistanan bû bi zimanê kurdî, peymangeh û akademîyên perwerdeyê vebûn, SZKyê sala 2019an navenda xwe ya lêkolîna ava kir. 

Bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Hevseroka SZKê Vîyan Hesen nirxandin kir. Vîyan Hesen anî ziman ku SZK niha li Rojavayê Kurdistanê wekî dezgeha Zimanî ya Rêveberîya xweser kar dike û got: “Hem xebatên perwerdeya bi zimanê kurdî bi rêve dibe, hem jî karê lêkolînan dike. Di beşa lêkolînan da lêkolînên ziman û zimannasîyê û lêkolînên wêjeyî (folklorî) tên kirin. Çavkanîyên sereke werdigerîne zimanê kurdî.”   

Vîyan Hesen da zanîn ku li herêma wan Dezgeha Mufredatên Dibistanan heye û wiha axivî: “Bi giştî mufredatên dibistanan bi kurdî hatine amadekirin, xwendekarên kurd ji refa 1emîn heta ya 12emîn tevahî pirtûkên xwe yên dersî bi kurdî dixwînin, bi kurdî re wekî ziman fêrî erebî û îngilîzî jî dibin. Zanîngehên ku bi zimanê kurdî perwerdeyê didin li herêmê hene, ango xwendekar hemaû perwerdeya xwe bi zimanê xwe dibîne.”  

Vîyan Hesen anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin û wiha lê zêde kir: “Asta kurdî li vê herêmê baş e, kurdî di hemû dezgehan da wekî zimanê fermî tê bikaraîn. Dezgehên ragihandinê, weşanxane û dezgehên çandî weşanên xwe bi kurdî dikin. Akademî, peymangeh û zanîngeh bi zimanê kurdî perwerdeyê didin. Bi giştî kurdî zimanê fermî ye ku hem li kolan, bazar û malan û hem jî li dezgehên fermî zimanê jîyanê ye.” 

Vîyan Hesen destnîşan kir ku berê kurdî qedexe bû ev agahî dan: “Ew astengîyeka mezin bû li pêşîya zimanê kurdî. Lê di dema Rêveberîya Xweser da rewş hat guhertin, kurdî bû zimanê fermî, astengîyên niha hene ew in ku kurdî ne di wê asta akademîk da ye ku tê xwestin. Pêwîstîya vê herêmê bi kesên akademîk heye ku bikarin xebatên kurdî yên akademîk bikin. Çavkanîyên her warekî yên sereke bi kurdî bên amadekirin, xebatên ferhengî û Wergerê bi pêş bikevin. Ji ber ku asta akademîk ne li gor pêwîstîyê ye û hejmara akademîsyenan têrê nake, em nikarin li gor pêdivîyan kar bikin.” 

Vîyan Hesen herî dawî bilêv kir ku Kurdî hîn jî heta asteka baş di bin bandora erebî da ye û wiha bi dawî kir: “Wekî nimûne heta niha jî belgeyên Rêveberîya Xweser yên fermî bi erebî tên amadekirin. Herçiqas biryar ew e ku bi kurdî jî bên amadekirin, lê hejmara zêde ya karemendên Rêveberîyê nikarin bi zimanê kurdî binivîsin, loma bi erebî dinivîsin, ev yek dihêle ku bandora erebî berdewam bike. Xebatên lêkolînan di asta ku tê xwestin da bi kurdî nehatine kirin, ji ber wê vekoler neçar dibin ku li çavkanîyên bi zimanê erebî bigerin, ev jî nehêle bandora erebî kêm bibe.”