Rewşa cihana îslamî trajedî ye

Kongreya Îslama Demokratîk a herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê di 12’ê gulanê de bi bedarbûna 450 delegeyî kongreya xwe ya 3’yemîn li dar xist.

1 deqe xwendin
Rewşa cihana îslamî trajedî ye

Kongreya Îslama Demokratîk a herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê di 12’ê gulanê de bi bedarbûna 450 delegeyî kongreya xwe ya 3’yemîn li dar xist. Kongre bi dirûşma "Îctîhad û nûbûn dergehên çareseriya pirsgirkên li Rojhilata Navîn e" li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê pêk hat. Cara yekemîn meclis hat avakirin. Meclis li gorî Hevpeymana Civakî ya nû ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Meclisa Şêwirî ya nû ji rêveberên Fakulteya Zanistên Olî-Beşa Ola Îsalmê, nûnerek ji Fakulteya Jineolojî, 2 endamên rêveber ên Desteya Perwerde û Fêrkirinê- Beşa Ola Îsalmê û endamên din ên Kongra Îslama Demokratîk pêk tê. Sazumaniya Nû ya Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hevserokatî, Meclisa Rêveber a Giştî (41 endam) û Desteya Rêveber (7 endam) pêk tê.

Evîn El Hecî û mele Mihemed Xerzî wekî hevserokên Kongra Îslama demokratîk hatin hilbijartin.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk mele Mihemed Xerzî der barê xebatan û encamên wan agahî da û wihagot: “Em Kongira Îslama demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li gel hemû sazî û dezgehên bi têgîna Îslama Demokratîk tevdigerin, dixebitin; lewma em beşek bingehîn bûn di kongira Îslama Demokratîk de ya ku di sala 2014 an de li Amedê li dar ket, ji wê demê û vir de me xebatên xwe li rojava û bakur û rojhilatê Sûrî bi giranî kar û xebatên ol meşand. Rêgezên me xwe dispêrên jîyan Hz. Muhemmed. Gotin û kiryar û nêzîkatîyên wî ji bo exlaqê civakê, jin, ol û bawerîyên cuda dibin mînak. mizgeft; her wiha ayetên Qur’ana pîroz ku van nêzîkatîyan piştrast dikin. Em dibînin bê rewşa cîhana îslamî û bi taybet welatên ereb ên rojhilata navîn çawa ye. Rewşek aloz û trajedî ye. Sedema vê rewşê bê guman em wek islama demokratîk dispêrin du sedeman: A yekemîn sîstema cîhanî ya desthilatdar ku xwe bi navê modernîteya sermayedarî, ku karê zêde û komkiirina pereyan esas digire û civakê ji hemû nirxên exlaqî, çandî û polîtîk dûr bixe û mêjîyên wan bike koleyê projeyên xwe. Lewma li Rojhilata Navîn ka