Rewşa jinan a di koçberiyê de

Koçberên Efrînê 3 caran hatin koçberkirin lê hîn jî çavên wan li vegereke biewle û birûmet li ser cih û warên xwe ne. 8 sal in hêvî û daxwaza jinên Efrînê vegera nav dar û zeytûnên xwe ye.

1 deqe xwendin
 Rewşa jinan a di koçberiyê de

Li dîroka kurdan de her tim koçberî û qirkirin hebûye. Kurd bi salan dûrî cih û warên xwe jiyane, malên wan hatine xirakirin, dijminan her tim felaket anîne serê wan. Kurd ji ber êrişên dagirkerên welatê xwe, li ser axa xwe bûne koçber.

Di nav vê koçberiyê de, jinan zehmetiyên mezin dîtine lê dîsa jî derfetên jiyanê ava kirine. Jinan di nav vê koçberiyê de ji bo jiyaneke biewle û rûmet tim li ber xwe daye. Mînaka vê sedsalê jî jinên Efrînê ye, ku ji sala 2018an ve ji ber êrişên dewleta tirk ji cih û warên xwe bûne. Di her şerî de zirar, koçberî û talankirin hene. Ji 2018an ve dema ku Efrîn hat dagirkirin, jinên Efrîna rojavayê Kurdistanê hemû cureyên êş û zehmetiyan kişandin. Bi kuştin, revandin, tecawizê re rû bi rû man.

Ne tenê koçberên ji malên xwe derketin, kesên li bajarên hatin dagirkirin man jî hemû cureyên îşkence û binpêkirinan jiyan. Heta roja me ya îro, jinên berxwedêr ku li hember êşa koçberiya bi salan têdikoşin, di hemû qadên jiyanê de pîşe û xebatên xwe jî didomînin.

Xelkê Efrîna rojavayê Kurdistanê koçberî Şehbayê bûn, 7 salan li Şehbayê jiyaneke biêş jiya. Çav li vegera li bajarê xwe bûn lê rêjîma Baasê di 8ê kanûna 2024an de hilweşiya. Piştî hilweşîna rejîmê, gelê Efrînê surgûnî bajarên di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Herî dawî jî komên çekdar ên bi ser Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve, êrişî Tebqa, Reqa û Dêrhafirê kir. Bi vê êrişê re koçberên Efrînê careke din bi dilekî şewat koçî parêzgeha Hesekê bûn. 

Koçberên Efrînê 3 caran hatin koçberkirin lê hîn jî çavên wan li vegereke biewle û birûmet li ser cih û warên xwe ne. 8 sal in hêvî û daxwaza jinên Efrînê vegera nav dar û zeytûnên xwe ye. Ew dixwazin li jiyana xwe ya berê ya li malên xwe vegerin. 

Jin ji bo bikaribin jiyana xwe bi awayekî asayî bidomînin dixebitin. Jinên Efrînê 3 caran koçber bûn lê li 3 cihên cuda jî di bin êş û tunebûnê de malên xwe ava kirin. Hewl dan jiyana xwe bi awayekî bipergal bimeşînin. Bêguman gelek caran ji bo parastina zarokên xwe jin mecbûr dimînin derfetên jiyanê peyda bikin. 

Li dîrokê ji ber hişmendiya mêrperst gelek şer qewimîne. Di van şeran de bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûne. Lê jin di hemû koçberiyan de jî bi hewldanên xwe jiyan ji nû ve ava kiriye. Tevî ku jiyan ji nû ve hatiye avakirin jî, xeyala her jina ji cihê xwe hatiye dûrxistin, vegera ser axa xwe ye.