‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî da zanîn ku rewşa nexweşê girtî Sabrî Yavuz girantir dibe û xwest Sabrî Yavuz demildest were berdan.

1 deqe xwendin
‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 614emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Sabrî Yavuz li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin’ hate daliqandin. Daxuyaniyê rêverbera şaxa ÎHDê ya Enqereyê Asli Saraç xwend.

Asli Saraç da zanîn ku Sabrî Yavuz 77 saliye û nexweşiyên wî yên giran hene û wiha got: “Sabrî Yavuz di Girtigeha Girtî ya hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê de ye û 9 sal in di girtigehe de ye. Ji ber temene wî ye mezin û nexweşiyên giran jî peyda bûye lê hejî di girtigehe de tê ragirtin. Nexweşiyên wek hepatit-B, tuberkîloz, prostat, pirsgirêka kesika safrayê û çavên wî de katarak heye. Di 16ê Mijdara 2022an de emeliyata îgnuîal hernî bûye, piştî emeliyatê dest û lingên wî bi kelemçe hatiyê hiştin. Divê piştî emeliyatê di bin çavdêriyeke rêk û pêk de bibûya lê bi wî halê rewşa giran wî birine girtîgehê. Her wiha demeke dirêj jî ji devê wî xwîn tê. Sedeme vê yekê bi zelalî nayê zanîn.”

‘Divê bi rêkûpêk were dermankirin’

Asli Saraç diyar kir ku Sabrî Yavuz nexweşeke giran e loma divê xwe bigihîne dermankirineke pêwîst û ev tişt anî ziman: “Sabrî Yavuz her wiha pirsgirêkên diranan jî dijî. Ji bo diranên xwe tedawî nabîne û ji bo kataraka di çavên vî de jî wî nabin kontrolê. Ji ber temenê Sabrî Yavuz mezin e kêmasiya vîtamîna D yê dijî, divê xwe bigihine tava rojê lê tena serê xwe di hûcreyekê de dimîne. Her wiha şibakên hûcreyên ku têde ye hatiye tarîkirin û tirêjên rojê nakevin hundir. Rewşa wî giran e ji ber vê mayîna wî ya li girtîgehê binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê ye. Daxwaza me zelal e divê Sabrî Yavuz tavilê bê berdan. Divê berpirsiyar li gorî mafê mirovan û jiyana rûmet tevbigerin.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Tedawî maf e divê neyê astengkirin’ û ‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’ bi dawî bû.