Rêxistina Mafên Mirovan bîlançoya meha çile aşkera kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye bîlançoya sûc û binpêkirinên ku çeteyên hikûmeta demkî û DAIŞê yên li dijî taxên kurdan ên Helebê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine aşkera kir.

1 deqe xwendin
Rêxistina Mafên Mirovan bîlançoya meha çile aşkera kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya binpêkirin û sûcên çeteyên hikûmeta demkî, DAIŞê yên di meha çileyê de li taxên Helebê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine parve kir.

Sûcên qetilkirinê yên li Efrînê:

*4 jin hatin qetilkirin, bêyî ku kujer û ajoyên qetilkirinê werin naskirin.

*Ciwanek li Tebqayê hat qetilkirin, serê wî ji gewde hat birîn.

*Welatiyek dema ji Tebqayê ji ber êrişan berê xwe dide Efrînê hat qetilkirin.

*Welatiyek din di dema koçberiya ji Reqayê de hat qetilkirin.

Heleb

*Di êrîş û topbaranên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji hêla çeteyên hikumeta demkî ve zêdetirî 1200 kes hatin qetilkirin, ji wan 100 kes hatin tespîtkirin.

*Pitikek ji ber kişandina gaza îsotê di Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Helebê de li Hesekê jiyana xwe ji dest da.

*Li gorî tibî şerîî, hîna zêdetirî 270 cenaze di berada tibî ya li taxa Cib El Qubê ya Helebê dene. Hin jî bêyî agahiya malbatên wan li goristana Niqêrîn a Nû hatin definkirin.

Kobanê

*14 kes di nav de 12 kes ji du malbatên ji Reqayê koçber dikirin hatin qetilkirin.

*5 kes ji ber topbarana li gundewarê Kobanê hatin qetilkirin.

*Parêzerek di koçberiya ji Reqayê de hat qetilkirin.

*Li Efrînê 3 xort û keçkek hatin revandin.

*Li Şêxmeqsûd û Eşfriyê jî zêdetirî 2 hezar kes di nav de jin û zarok hatin revandin.

Til Hasil

*Parêzerek dema diçû Helebê hat revandin, piştî 3 rojan hat berdan.

*2 jin ji ber koçberiya ji Tebqa ber bi Hesekê ve birîndar bûn.

*Zêdetirî 150 kes di nav de jin û zarok ji ber topbaran û pevçûnan birîndar bûn.

*3 zarok ji ber topbaranê li gundewarê Kobanê birîndar bûn.

*7 kes di nav de jin û zarok birîndar bûn.

Ev bîlanço ne giştî ye, ji ber ku astengî hene ku xwe bigihînin gelek herêman, tenê ev agahî hatin bidestxistin.”