‘Riza Altûn nîşaneya xeta şoreşgeriya giştî bû’

Ji kadroyên pêşeng ên PKKê Dûran Kalkan qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê Riza Altûn kir.

1 deqe xwendin
‘Riza Altûn nîşaneya xeta şoreşgeriya giştî bû’

Ji kadroyên pêşeng ên PKKê Dûran Kalkan qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê Riza Altûn kir. Dûran Dûran Kalkan bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Tevgera me meha Gulanê, yanî di Meha Şehîdan de di Kongreya 12emîn a PKKê de şehadeta du şoreşgerên mezin ên pêşeng; ji damezrînerên PKKê, hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo ragihand. Yek jê hevrê Fûat, yanî Alî Haydar Kaytan bû ku beşdarî civîna li Bendava Çûbûkê bû û yek ji endamên destpêkê yên koma Apoyî bû. Yê din jî hevrê Riza Altûn bû ku ji sala 1975an û pê ve di nava koma Apoyî de bû, li her qadê têkoşiya û afirînerê pêşeng ê pêşketinan bû. Beriya her tiştî van herdu hevrêyan, hevrê Fûat û Riza di Meha Şehîdan a Gulanê de bi hesret, hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza me ya ji bo serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan dubare dikim.”

Dûran Kalkan wiha behsa şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kir: “Ev heval di demên cuda de şehîd bûn. Hevalê Fûat 3ê Tîrmeha 2018an li Garê şehîd bû. Saeta ku şehîd bûjî baş tê bîra min. Rojek berê di civînekê de em bi hev re bûn. Em li heman qadê bûn, dema ku dijmin ew êrîşa nemerdane kir. Hevalê Riza piştî salekê, di 25ê Îlona 2019an de li derdora Qendîlê şehîd bû. Ew roj jî, ew kêlî jî baş tê bîra min. Ez wê zemînê jî baş nas dikim. Ev herdu hevrêyên di dem û qadên cuda de şehîd ketin, meha Gulanê meha Şehîdan hatin îlankirin. Bi vî rengî tevlî nava karwanê Şehîdên Gulanê bûn. Bûn şehîdên Meha Şehîdan.”

‘Têgeha 'şehîdê şehîdan' li hevalên Riza û Fûat tê’

Bi domdarî Dûran Kalkan bal kişan ser şehadeta wan û û ev tişt anî ziman: “Rêber Apo ji bo hevrê Egîd gotibû, 'Şehîdê şehîdan'. Bi rastî jî ev têgeh yanî têgeha 'Şehîdê şehîdan' li hevalên Fûat û Riza jî tê. Xwedî wê taybetmendiyê ne ku şehîdê şehîdan e. Ji ber vê yekê di Meha Şehîdan meha Gulanê de hatin ragihandin. Heval bi giranî hevrê Riza Altûn bi halê xwe yê piştî sala 1992yan ji zindanê derket, nas dikin. Zindanan bi rastî jî hevrê gelekî guhertibûn. Hevrêyên di salên 1979-80î de ketin zindanê, piştî ku salên 1990, 2000î de derketin, hemû gelekî guherî bûn. Zindan e, belasebep mirovan naxin zindanê. Ma Kenan Evren negotibû, 'Em darnevekin, ma em ê xwedî bikin?' Zindanan belasebep bi mirovan danagirin. Mirovan darve nekin jî ji bo bieciqînin, ji bo guhertinên mezin bi wan bidin kirin, dixin zindanê, vê yekê li wan dikin. Bi her hevrêyî re ev yek di asteke bilind de dihate dîtin. Lê belê bi qasî ku min dît, yek ji hevalên herî zêde guherî bû hevalê Riza bû. Diyar bû ku gelekî zehmetî kişandibû, gelekî tehde li wî kiribûn. Em hîn bûn bê li zindanan, li zindanxaneyên qirker, mêtinger û faşîst çi îşkence lê kirin. Em zanin ku rejîma leşkerî ya faşîst a 12ê Îlonê ji mirinê xerabtir li van hevrêyan kirin. Riza yê di ciwantiya xwe de mîna şekir bû, veguherîbû kesayetekî welê têgihiştî ku bi giranî tevdigeriya, hesas bû, kûr difikirî, zane bû, hesabên kûr dikir û bi vî rengî tevdigeriya. Bêguman ev têgihiştîbûn ji aliyekî ve nîşaneya tecrûbeyan bû, lê di