Rohilat Efrîn: Me rewabûna xwe ji civaka xwe girtiye

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn di meşa li bajarê Qamişloyê de axivî û got: “Eger civaka me rewabûna me dipejirîne tê wateya ku em di nava civaka xwe de ne.”

1 deqe xwendin
Rohilat Efrîn: Me rewabûna xwe ji civaka xwe girtiye

Di çarçoveya kampanyaya "Em hemû YPJê ne… YPJê hebûna me ye" de ku di Nîsana îsal de ji bo piştgiriya YPJê û naskirina statuya wê hatibû destpêkirin, îro li Qamişloyê meşek girseyî hat lidarxistin. Xelkên ji Qamişlo, Dêrik û Tirbespiyê, tevî bi dehan şervan û fermandarên YPJê, jinên çalakvan, rewşenbîr û endamên tevger û rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê beşdarî meşê bûn. Meş bi pêşengiya jinan û jinên ciwan ji Çerxerêya Sonî dest pê kir. Di meşê de alên YPJê û wêneyên şehîdên YPJê hatin hildan. Pankartên ku balê dikişînin ser rola YPJê di parastina maf û destkeftiyan de hatin vekirin. Her wiha bê navber jî dirûşmên "Em hemû YPJ‘ê ne", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî YPJê hatin vekirin.

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn di meşa li bajarê Qamişloyê ya ji bo piştgiriya bi YPJê de axivî. Rohilat Efrîn diyar kir ku wan çawa roja yekem a şoreşê soz da ku dê xwedî li vê axê derkevin, îro jî soza wan ji dayîk û bavên şehîdan re, ji tevahî şehîdan re ew e ku dê vê axê biparêzin û wiha got: “Bi hezaran jin ji civaka mirovahiyê, ji civaka Kurd û ji pêkhateyên ku pişta xwe didin rûmetê, herkes bi yek dengî bi dengê ‘Em hemû bi YPJ’ê re ne’ gazî dikin. Helbet îro meşa li vir û Ewropayê jî çêdibe cihê rûmetê ne. Ne tenê rojek meş, ne tenê demjimêrek meş, li hemberî bêhiqûqî, newekheviyê li hemberî hêza ku dixwaze hêzeke pêşeng tarî bike disekine. Hemû jin, mêr û civak bi hişmendiyek ku dixwaze tune bike, newekheviyê, bêhiqûqî re rû birû ne. Divê serê xwe li hemberî vê hişmendiyê netewî nin. Dema destpêka avakirina komara Sûriyeyê, hîn wê demê mafê jin ê xwendinê, îdarî û di saziyan de hebû. Ev ne tiştekî nû ye, berê jî hat kirin û dê niha jî çêbibe. Heta di artêşê de jina Sûrî cihê xwe girtibû. Ji bo em wê dibêjin, parastina mafê jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de bê mîsogerkirin, ev jî dê bi têkoşîna jinan û civakê pêk bê.”

 ‘Civak me rewa dibîne’

Rohilat Efrîn bal kişand ser Şoreşa Jin a li Rojava kir û wiha axivî: “Me bi berxwedanî û pêşentiyê dest pê kir, îro jî di Sûriyeya nû de eger destûr bê nîqaşkirin, eger parlamen tê nîqaşkirin divê ku Sûrî û hikumeta demkî tevahî rengê pêkhateyan bibîne. Tişta xuya dibe parçe bi parçe jinan ji sazî, îdare û tevahî beşên pergalê tên dûrxistin. Em vê yekê napejirînin. Ji bo vê em dibêjin, parastina û pejirandina YPJê di artêşê de, tê wateya parastina jinan li tevahî sazî û pergala nû ya Sûriyeyê de. Tê wateya parastina çanda civakê, parastina destkeftiya şoreşê. Tê wateya avakirina peşerojek nû. Nepejirandina YPJê, nepejirandina çanda Kurdî û zimanê Kurdî ye. Ji bo wê em bi gelê xwe bawer in. Me rewabûna xwe ji civaka xwe girtiye û me pişta xwe daye civaka xwe. Em li gel vê civakê rewa ne. Eger civaka me rewabûna me dipejirîne tê wateya em di nava civaka xwe de ne. Niha li Sûriyeyê gelek nîqaş û gavên tên avêtin hene. Lê gelek kêmaniyên em dibînin û rexne dikin hene. Ji bo wê ji bo em xwedî li destkeftiyê Şoreşê û xwîna şehîdan derkevin, em ê vê axê bernadin. Eger em fermî bibin an jî fermî nebin, em parastvanên vê gelî, axê û civakê ne.”

‘Pêdiviya her kesî bi parastinê heye’
 

Rohilat Efrîn bang li tevahî jinan kir û wiha berdewam kir: “Çawa ku di civakê de ji bo mirovekî nikare bê nan û av bijî, ji bo me jinan û civak me pê parastin yek kêlî jiyan li me heram e. Ger di Sûriyeyê de, di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de hêzek û siyasetek dagirkirinê hebe, pêdiviya herkesî ji 7 salî heta 70 salî bi parastinê heye. Di dawî de dixwazim vê bêjim, ne tenê rojek me 15 sal şoreşek bi rê ve bir, em divê xwedî li destkeftiyê xwe derkevin. Gelek zimanên şerê taybet ku dixwazin Şoreşa me bi dawî bikin û nîşan bidin hene. Lê ne wisa ye. Em dikevin pêvajoyek nû, ji bo wê divê em têkoşîneke nû bimeşînin, em bi vîn bin. Divê civaka me ji xwe û destkeftiyên xwe bi bawer be. Em ji xwe bawer in, ezmûn û tecrûbeyên me hene, ne tenê şoreşek eger civaka me xwe birêxistin bike careke din em dikarin hêza şoreşeke pir mezin çêbikin, ev ê jî bi pêşengiya jinê pêk bê. Em weke YPJ’ê careke din soza wê didin ku em hêza parastina civak û jinan in. Mîsogerkirina mafê jinan di destûra nû de, mîsogerkirina parastina tevahî civakê ye.”