‘Roja Wêje û Pirtûkan’ di roja duyemîn de ye

Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ ku ji aliyê Şaredariya Tûşbayê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike.

1 deqe xwendin
‘Roja Wêje û Pirtûkan’ di roja duyemîn de ye

Li navçeya Tûşbayê ya Wanê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ ya ku ji aliyê Şaredariya Tûşbayê û KURDÎWARê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike. Çalakiya ku duh deriyên xwe ji wêjehez û pirtûkhezan re vekiribû, di roja duyemîn de bi herikîneke xurt a bernameyan berdewam dike. Welatî, nivîskar û dildarên çandê îro jî qada fûarê û stantan vala nehiştin û eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkên kurdî dan.

Çalakî wê bi panel û gotûbêjên naverokên cuda heta êvara 21ê hezîranê bidome.