Rojava bû nexşerêya yekîtiya neteweyî

Di van çalakiyan de min dît ku gelê kurd dikare bibe yek û bûye yek. Dirûşmên wek “Rojava, Rojhilat e Kurdistan yek welat e!“ û “Yek e yek e yek e, gelê kurd yeke!’’ Ev jî nexşerêyek danî ji bo Yekîtiya Gelê Kurd.

1 deqe xwendin
Rojava bû nexşerêya yekîtiya neteweyî

Her çiqas Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê be jî, ji sala 2012an û heya niha ji bo hemû Kurdistanê û bi taybet ji bo Yekîtiya Neteweyî rolek pir girîng dilîze. Ji destpêka şoreşa Rojava ya ku di 19ê Tîrmeha 2012an de dest pê kir û heya roja îro Rojava her tim di rojeva kurdan de ye. Piştî vekişandina hêzan rejîma Baasê hêzên kurd di sala 2012an de hemû heremên kurdan û saziyên dewletê xistin destê xwe û ev jî kêfxweşiyek mezin di nav kurdan de ava kir.

Piştre di sala 2014an de êrişa DAIŞê li ser hemû cîhanê û li ser heremên kurdan dest pê kir. Bi taybet jî di sala 2014 û 2015an de Kobanê bû keleha berxwedana gelê kurd. Bi têkbirina DAIŞê kurdan li hemû cîhanê dîsa deng veda û ev jî dîsa bû sedema kêfxweşiyê ji bo hemû kurdan.

Ji destpêkê heya roja îro, Rojava xwest her tim bi modela xwe ya Rêveberiya Xweser ku hîmê Konfederalîzma Demokratîk e mafên jinan li her sazî û qadên jiyanê pêk bîne. Modela hevserokatiyê ku hema bêje li her sazî û cihî heye, modelek pir pêşketî ye, ku mînaka wê li dewletên ewropî jî kêm heye. Mafên pêkhateyan parast, baweriyên curbicur di nav xwe de hewand û bi taybetî jî parastina xwezayê û hawirdorê ji xwe re kir bingeha hebûnê.

Sal derbas bûn û dem zîvirî, lê tişta nehat guhertin, êrişa li ser Rojava bû. Piştî têkçûna DAIŞê ji sala 2015 û heya 2025an her tim li ser Rojava êriş û dorpêç hebû. Aktorê sereke jî dewleta tirk a dagirker bû. Havînê av li ser Rojava dibirî, biharê agir bera zeviyên Rojava dida û zivistanê jî êrişî saziyên xizmetguzariyê dikir.

Bi bin van êriş û dorpêçê, dîsa jî Rojava bû hêvî ji bo hemû kurd û Kurdistanê. Di nîsana 2025an de kongreya xwe ya neteweyî li Qamişlo li dar xist. Dîsa parçeyê biçûk ê Kurdistanê ji bo hemû parçeyên din bû mînak. Dengê neteweyî yê ji kongreya Qamişlo derket, ji bo hemû kurd û Kurdistanê bû hêvî. Rojava li vir seknek da xuyakirin, sekna xwe li hember rejîma nû ya HTŞê diyar kir.

Dîsa dem derbas bû û di dawiya sala 2025 destpêka sala 2026an de, bi komployek pir mezin ku pîlana wê di civîneke veşarî ya li Parîsê pêk hat, li ser Rojava hate meşandin. Ji her aliyan ve bi awayekî hovane di serî de êrişî taxên kurdan ên li Helebê kirin û dûvre xwestin hemû Rojava têk bibin û kurdan di komkujiyeke mezin re derbas bikin.

Piştî xuya bû ku ev ne êrişek jirêzê ye, hemû kurd ketin nav liv û tevgerê, bi gotineke din rewşa awarte îlan kir. Ez heya niha tev li sedan çalakî, meş û xwepêşandanan bûme, lê min heya niha hêzek ewqas xurt a gelê kurd ku bi yek deng û bi yek rengî tev digeriya, nedîtibû. Li hemû cîhanê kurd rabûn ser piyan. Bi taybet dixwazim çend bajaran wek mînak bidim: Li bajarê Kolna Almanyayê zêdetirî 80 hezar kes tev li meşê bûn. Ev meş di nav 1-2 rojan de hat amadekirin. Li bajarê Hamburgê herwiha dîsa 30-40 hezar mirov tev li çalakiyê bû. Li Amedê dîsa bi sedhezaran kes li hev kom bûn. Bi sedan bajarên din di nav 1-2 rojan de bi dehhezaran, bi sedhezaran kurd û dostên wan li hev kom bûn û meş û çalakî ji bo Rojava li dar xistin. Li Silêmaniyê her hefte nêzî milyonek mirov li hev kom dibûn. Li bajarê Duhok û Zaxoyê, gelê wê derê êrişî baregehên dewleta dagirker a tirk kirin. Ez dikarim gelek mînakên din û gelek bajarên din bidim.

Di van çalakiyan de min dît ku gelê kurd dikare bibe yek û bûye yek. Dirûşmên wek “Rojava, Rojhilat e Kurdistan yek welat e!“ û “Yek e yek e yek e, gelê kurd yeke!’’ Ev jî nexşerêyek danî ji bo Yekîtiya Gelê Kurd. Rojava ji bo Yekîtiya Neteweyî nexşerêyek danî û divê hemû sazî û partî vê peyamê baş fêm bikin û lê guhdar bikin. Gelê kurd axivî û gotina xwe got. Gelê kurd ferman da û got: Yekîtiya xwe ya neteweyî rojek berî rojan pêk bînin.

Ev demeke pir guncav û pir girîng e ji bo ku kurd yekîtiya xwe pêk bînin. Me dît ku dijminên kurdan hemû bûne yek. Ev dijmin dibe ku êrişek li ser Şengal û Başûr jî pêk bînin. Bi gotineke din, hemû destkeftiyên kurdan di bin xeteriyê de ne.

Wê demê êdî rêyek din nemaye. Kurd jî mecbûr in hemû bibin yek. Divê ku di nav demek pir nêzîk de Kongreya Neteweyî pêk were. Êdî dema kongreya yekîtiyê û dema Yekîtiya Neteweyî ye.