Rojava projeya Rêber Apo ye û serkeftî ye

Rojava projeya Rêber Apo ye û serkeftî ye. Ger kêmahî hebin ne di rastiya projeyê de ye di rast pêkneanîna wê de ye. Rojava jixwe bi têkoşîna xwe ya bêmînak jî nîşanî dost û dijminan da ku bi rastî serkeftî ye û çiqasî mafdar e. Hema wisa bi hêsanî dest ji xeyalên azadiyê bernade.

1 deqe xwendin
Rojava projeya Rêber Apo ye û serkeftî ye

Gelawêj Ewrîn

Li rojavayê Kurdistanê çanda berxwedaniyê hişt ku gelek hêzên navneteweyî ku plana qirkirina kurdan li ser maseyan nîqaş kiribûn, bi awayekî dereng bihêlin. Gotina zêrîn a şehîdê mezin Mazlûm Dogan îro ji her demê zêdetir me bihîst ku ‘Berxwedan jiyan e û teslîmiyet jî îxanet e’! Her çend xetere hêj berdewam in lê divê mirov piştî lihevkirina di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hinek mijaran bibêje. 

Ne tenê dijminê gelê kurd li Rojava xeyalên wan bi avê re çûn, hinek kesên neteweperest çi kurd çi jî hêzên paşverû yên herêmî ji xwe şerm kirin. Dibe ku hinek bêjin dema gotina van tiştan nîne lê ez di wê baweriyê de me ku tam dema wê ye. Hinek radibin bê ku hinekî bifikirin, bixwînin û lêkolîn bikin, bêhurmetiyê li Rêber Apo û projeya wî ya Neteweya Demokratîk dikin. Rojava mijara herî bingehîn û esasî ya maseya li Îmraliyê bû. Rêber Apo ji bo kurd bê şer bi pergala Sûriyeyê re entegre bibe, şev û roj kar kir. Nivîsand, serê xwe êşand, name ji aliyan re şand. Lê darbekar di dewrê de bûn û ji bo entegrasyona demokratîk pêk neyê û Sûriye demokratîk nebe êriş kirin. Ya Rojava niha jî diparêze û ji bo Rojava xwedan plan e dîsa Rêber Apo ye. Lê gelekî mixabin çavên me tenê ya xuya dike dibîne. Yê ked dide di nav şert û mercên herî zehmet de xuya nake. Yên şer dikin û şehîd dibin ne xuya ne, yên diaxivin û zimandirêjiyan dikin her roj xwe li nav çavên me didin. Hinekan hema destpêkê spasiya Amerîka û ew nûnerê bêbext Tom Barack kirin lê qet behsa Rêber Apo nekirin! Gelekî balkêş e kes heta par nedizanî entegrasyon çi ye, îsal herkes bûye pisporê entegrasyona bi dewletê re. 

Projeya Entegrasyona Demokratîk projeya Rêber Apo ye û misoger ji bo garantîkirina maf, nasname, hebûn û azadiya gelê kurd e. Kesên Rêber Apo nexwendine û tenê li ber bayê nêrînên ku bi aqilê çêkirî li ser medyaya dîjîtal tên belavkirin ketine, wer xeyal dikin ku ev proje hema ji ezmanan wek wehî hat xwarê. Bila biçin parêznameyên Rêber Apo bixwînin li şûna wexta xwe bi xwendina gotarên tirsonekên xwe li pişt eniya şer veşartine re vala vala derbas dikin. Rêber Apo di bin pergala îşkence û tecrîda girankirî de li Îmraliyê bingeha Aştî û Civaka Demokratîk amade kir û îro pêşkêşî me kir. Ji bo misogerkirina statuya her çar parçeyên Kurdistanê. Dema Rêber Apo ev yek di wan şertan de dikir ew kesên niha zimandirêjiyê dikin û behsa kurdbûnê dikin jî xaliyên sor ji dagirkeran re radixistin û digotin ‘fermo ez benî bikeve hundir’! Her kesê bi çavên xwe dît û deng dernexist. Tirsonekên duh bûne qehremanên îro! 

Rojava projeya Rêber Apo ye û serkeftî ye. Ger kêmahî hebin ne di rastiya projeyê de ye di rast pêkneanîna wê de ye. Rojava jixwe bi têkoşîna xwe ya bêmînak jî nîşanî dost û dijminan da ku bi rastî serkeftî ye û çiqasî mafdar e. Hema wisa bi hêsanî dest ji xeyalên azadiyê bernade. Rojava Şoreşa Jinan pêk anî. Jinên li Rojava şer kirin, şehîd bûn û xaka xwe parastin, bi fikir û felsefeya Jin Jiyan Azadî ya Rêber Apo di meydana cengê de pozê namerd û zaliman li erdê dan. Ger ev proje şaş bûya, niha tiştek bi navê Rojava nebû. Niha cîhan bi kurdan nedihesiyan. Ger Jin Jiyan Azadî nebûya niha li Îranê bi hezaran kesan di oxira azadiyê de canê xwe feda nedikirin. 

Kesên bi nezanî dixwazin projeya yekîtiya gelan bixin nîqaşê di esasê xwe de destekê didin siyaseta hêzên sermayedar ên ku bi salan gotine ‘parçe bike û bi rê ve bibe’.

Dibe hinek kurdên me di nav atmosfera êrişên giran ên li ser Rojava de gotin em biratiya gelan naxwazin lê divê em careke din vegerin û li gotina dibêjin guhdar bikin. Hêzên sermayedar me berdidin hevûdu û dixwazin me parçe parçe bikin û bi hev bidin şerkirin. Di vir de berjewendiyên wan hene ne yên me. Balkêş e ji bo min çawa em wan fesadî, hîlebazî û bêexlaqiya hêzên sermayedar û dûvikên wan ên herêmî nabînin, em diçin bi qirika neteweyan digirin. Yê êrişê kurdan kir ne gelê herêmî ne divê em vê baş bizanin. Ne hêza gelên herêmê heye nedikarin êrişê me bikin ne jî dikarin me biparêzin. Ger hûn behsa komên çete dikin ew komên ji welatên cuda hatine û bûne serbazên hêzên sermayedar. Yên êrişê kurdan dikin û naxwazin kurd bi gelên din re li ser sifreyekê qetek nanê helal bixwin, dîsa ew hêz in. Lê nizanim çima bi qasî kîn û nefreta me li beramber gelên bindest ên herêmê çêdibe li beramber wan hêzan berteka me çênabe. 

Entegrasyon pêşî li vê yekê digire. Ango ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên herêmê ku wek kurdan bêmaf mane û êş kişandine jî heman tişt derbasdar e. Ew jî divê bigihîjin mafên xwe. Bi saya têkoşîna azadiya Kurdistanê bi taybet keda mezin a Rêber Apo niha kurd xwediyê wan heye, xwediyê wan jî aqil, fikir, pergal û rêxistibûna wan e. Lê gelên din bêxwedî ne. Bi hezaran filistînî li ber çavên me hemûyan hatin kuştin. Çima qet deng ji kesî derneket. Xelkên elewî û durzî li peravên Sûriyeyê hatin kuştin kê dengê xwe derxist? Talîban Afganistan kiriye dojehek çima kes vê nabîne? Li Îranê bi hezaran mirov di nav du şevan de hatin kuştin, girtin û wendakirin çima em bêdeng man? Îran hêj birîndar e û hêj xwîn ji bedena Kirmaşan û Tehran û Şîrazê diherike. Ew jî gel in, ji me ne, cîranên me ne. Kes Amerîka û Ewropayê şermezar nake ji ber polîtîka û dek û dolabên wan ên li beramber gelan.

Hinek gotin ji ber kirine yan jî ji wan re hatiye dîktekirin, radibin û rûdinên êrişê Rêber Apo û projeya wî ya yekîtiya gelan dikin. Ew heman Rêber Apo ye ku her kesê heta duh digot banga Aştî û Civaka Demokratîk dermanê vê serdemê ye ku şer tê gurkirin di herêm û cîhanê de. Baş e! Kes gilî û gazincan ji hêzên herêmî û sermayedar nake ku çawa gelan qir dikin û bêxem li ser xwîna wan qesrên spî çêdikin. Berevajî hinek ragihandin sibê heta êvarê li ber deriyê saziyên navneteweyî ku hema di wan avahiyan de fermana qetla kurdan îmze kirin, ranabin. Hûn parsekiya çi dikin ji celadan? Em li xwe vegerin, li serbilindiya Ziyad Heleb binihêrin. Li bedena pîroz a Denîz Çiya û keziya birîndar a delalek azadiyê binihêrin. Werin ji xwe re li Silêmaniya delal temaşe bikin ka çawa xew nakeve çavan. Ji xwe re temaşeyî çavên Ehmed Kerkûkî yên reş û belek temaşe bikin. Li Rojhilata birîndar guhdar bikin ka çawa birînên xwe li pişt sînorên lêkirî binax kir û berê xwe da Rojava! Ev hişyarbûn, ev ruh û ev xwebûn berhema keda Rêber Apo ye û kesên êrişî Rêber Apo dikin bêhurmetiyê li van nirxan jî dikin.