Rojnameger Bunyad Cizîrî: Dewleta Tirk dixwaze tolaDAIŞê hilîne
Rojnameger Bunyad Cizîrî, bal kişand ser armanca êrîşên HTŞ û DAIŞê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan û got: “Hikûmeta demkî û Tirkiye hewl dide eşîrên ereban li dijî kurdan sor bike. Bi dorpêça Kobanê jî Dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞê hilîne.”

6ê Çile çeteyên HTŞ û DAIŞê yên ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan, êrişeke berfireh li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin. Gelê Rojava 24 roj li hemberî êrişên leşkerî û êrişên bi rêya ragihandinê têne kirin li ber xwe didin. Jin, ciwan, zarok û kal û pîr bi şev û roj tax, gund û bajarên xwe diparêzin.
Rojnameger Bunyad Cizîrî li ser geşedanên Rojava axivî. Bunyad Cizîrî anî ziman ku piştî hikûmta demkî ya Şamê hat avakirin heta niha, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest meseleya Sûriyeyê bi diyalog û muzakereyan çareser bike û got: “Heta 4ê çile hewldanên diyalogan çêbûn. Di 4ê çile de şandeyek ji HSD û Rêveberiya Xweser çûn Şamê û xwestin peymana 10ê Adarê têxin meriyetê. Di civinê de peymana 10ê Adarê niqaş kirin. Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta Demkî ya Sûriyê diyar kir ku ew li civînê bi dawî dikin û heta 8ê çile dîsa kom bibin.
Piştî civîna Parîsê berê xwe dan taxên kurdan
Bunyad Cizîrî destnîşan kir ku beriya êrşa 6ê çile di 5ê Çile de li Parîsê civînek hat lidarxistin û wiha got: “Di wê civînê de gelek xalên girîng ji bo kurdan, tirkan û îsraîlê hebûn. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî xwe gihand wê civînê. Di wê civînê de li ser herêmê plan hatin amadekirin. Li ser herêmên Bab, Efrîn, Sekêkaniyê, Cerablûs, Girê Spî Tirkiye razî kirin. Piştî vê peymana Parîsê berê xwe da Eşrefiye û Şêxmeqsûd. Hikûmeta Sûriyeyê li van taxên Kurdan komkujî pêk anî. Sivîl û nexwexane kirin hedef. Bedena jina şehîd ji jor ve avêtin xwarê. Gelê me û şervanên azadiyê li dijî van êrîşan li ber xwe da. Şahîd Ziyad li dijî van êrîşan li ber xwe da. Artêşa Sûrî piştre berê xwe dan Dêr Hafirê û bajarên din. Êrîşên xwe heta sînorê Rojava berdewam kirin. Piştî vê yekê Rêveberiya Xweser a Rojava daxuyanî da û got Rojava xeta sor e. Diyar kir ku HSDê 14 salan gelê herêmê parast. Li ser daxwaza gelê herêmê derbasî van bajaran bû. Têkoşîna parastinê ya HSDê bandoreke mezin li ser civaka ereb kir. Di nava vê têkoşîna 14 salan de bi sedan ciwanên ereb jî şehîd bûn.”
Naxwazin kurd bibin xwedî statu
Bunyad Cizîrî da zanîn ku planek li ser herêmê heye û wiha berdewam kir: “Di vê planê de Tirkiye, Siûdî Erebîstan, Amarîka, Hikûmeta Demkî û dewletên korfezê di nava vê planê de ne. Mesele tenê şerekî di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de nîne. Bi vê planê naxwazin kurd bibin xwedî statu û xwedî nasname. Naxwazin kurd pêşengiya ereban bikin. Dixwazin kurdekî bê vîn û bê nasname ava bikin. Li dijî vê yekê gelê kurd bi her awayî li ber xwe didin. Îro roj roja berxwwedanê ye.”
Xwestin ereban li dijî kurdan sor bikin
Bunyad Cîzîrî bal kişand ser têkiliya gelê kurd û ereb jî rawestiya û ev agahî dan: “Dema HSDê berê xwe dan Reqa û Dêra Zorê û xwest gelê herêmê ji DAIŞê rizgar bike, dewleta tirk û hikûmeta Şamê her tim xwest eşîrên ereban li dijî kurdan sor bike. Hemû hawldanên wan bê encam ma. Li Minbicê, Tebqa û Reqayê hewl dan eşîrên ereban li hemberî kurdan sor bikin. Tirkiye û Hikûmeta Demkî her tim xwestin ereban li dijî HSDê û kurdan bikar bînin. Gelek eşîrên ereban li dijî vê lîstikê sekinînin û helwesta xwe nîşan dan.
Bi taybetî êrîşî kobanê dikin
Bunyad Cizîrî da zanîn ku êrîşên HTŞ û komên çeteyan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û wiha lê zêde kir: “Niha êrîş didomin. Bi taybet êrîşî Kobanê dikin. Kobanê wekî sembola berxwedanê tê naskirin. Li dijî DAIŞê berxwedaneke dîrokî nîşan da. Lê îro dorpêçeke mezi li ser Kobanê heye. Hemû kaniyên jiyanê birîne. Av, ceyran û înternetê ji ser Kobanê qut dikin. Dewleta tirk dixaze tola DAIŞê ji Kobanê hilîne. Li ruxmê ku agirbest hatiye îlankirin jî êrîşan didominin û komkujiyê dikin. Lê gelê Kobanê diyar dikin ku wan çawa di sala 2014an de li dijî DAIŞê li ber xwe da, dê niha jî hîn zêdetir li ber xwe bidin. Li Herêma Cizirê û Hesekê jî hewldanên êrîşan didomin. Li dijî van êrîşan YPG, YPJ û HSD li ber xwe dide. Ji bo banga seferberiyê jî gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li dervê welat li ser piyan e. Gelê kurd li her derê li ser piyan e. Gelek jin û ciwan tev li Rojava bûn. Hemû gelê me li ser piyan e.”
Her roj Roja Kurdan a Cîhanê ye
Bunyad Cizîrî li ser ruyê yekîtiyê jî rawestiya û wiha got: “Îro her roj Roja Kurdan a Cîhanê ye. Her roj kurd li ser piyan in. Kurdan sînor rakiriye. Kurd ji her demê bêtir yek in û yekîtiya xwe ava kiriye. Di fikra îsraîl, tirkiye û Amarîka de yekîtiyek wisa xurt a kurdan tune bû. Wan bawer nedikir ku Kurd li her derê li dijî qirkirinê derkevin. Ev qirkirin ne tenê ji bo rojava ye. Li ser hemû gelê kurd tê ferzkirin.”


