Rojnameger Elaa Mihemed li Laziqiyê hat kuştin

Rojnameger Elaa Mihemed li gundewarê Qirdahayê ya bi ser Laziqiyeyê ve di êrişa çekdarî de li mala xwe hat kuştin. Rojnameger beriya bê kuştin li ser kanala xwe ya YouTubeê weşana zindî kiribû.

1 deqe xwendin
Rojnameger Elaa Mihemed li Laziqiyê hat kuştin

Li Sûriyeyê xetereya li ser rojnamegeran her diçe zêdetir dibe. Li gorî çavkaniyên xwecihî, rojnameger Elaa Mihemed li gundê Nînî yê Qardahayê ya bi ser Laziqiyê ve di mala xwe de hate kuştin. Her wiha tê gotin ku rojnameger Elaa Mihemed bi guleyeke ya li serê wî ketiye hatiye kuştin.

Elaa Mihemed beriya were kuştin bi nêzî 4 saetan weşaneke zindî li ser kanala xwe ya YouTubeyê kiribû. Di weşana zindî de behsa daxuyaniya Meclîsa Şûra ya xelkê Busra ya Derayê, têkiliya dosyaya Derayê bi welatên herêmî û navneteweyî re, her wiha tevlihevî û şerên li Dêrazorê û Şamê kiribû.

Rojnameger di dawiyê de van pirsan dike û bersivê dide; “Piştî 14 mehan, çi hatiye bidestxistin? Çi dikare were bidestxistin? Ez difikirim ku tiştek tune.”

Behsa daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî kiriye û dibêje, “Min ev serokê Sûriyeyê anî ser kar” û anî ziman ku ev daxuyanî ji bo raya giştî ya Amerîkayê ye.