Rojnameger Mehmet Alî Ertaş hate binçavkirin

Rojnameger Mehmet Alî Ertaş dema ji Mêrdînê vedigeriya Amedê bi rê de hate binçavkirin.

1 deqe xwendin
Rojnameger Mehmet Alî Ertaş hate binçavkirin

Rojnameger Mehmet Alî Ertaş ê ku ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji serdana malbata xwe vedigeriya Amedê, di nokteya kontrolê ya leşkeran de hate binçavkirin. Hat zanîn ku Mehmet Alî Ertaş bi hinceta dê îfade bide 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate biçavkirin.

Hat zanîn ku Mehmet Alî Ertaş birine Midûriyeta Polîsan a Mêrdîn û tê payîn sibê bi rêya SEGBÎSê îfadeya wî bê girtin.