Rojnamevan Mizgîn Sonuk sirgûnkirin
Rojnamevan Mizgîn Sonuk 7’ê Mijdarê piştî di çalakiyên li dijî derbeya qeyûm de polîsan bi êşkenceyê binçav kirin.

Rojnamevan Mizgîn Sonuk 7’ê Mijdarê piştî di çalakiyên li dijî derbeya qeyûm de polîsan bi êşkenceyê binçav kirin. Piştî bi sûcdariya “ji bo astengkirina wezîfeyê li ber xwe da” girtin û şandin girtîgehê. Mizgîn Sonuk û hevseroka berê ya Bajarokê Awiskê ya girêdayî Qûbinê û endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Hatîce Taşka sirgûnî girtîgehê hatin kirin.
Mizgîn Sonuk û Hatîce Taşka di saetên şevê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzîncanê hatin kirin.


