Di bingeha komarê de kurd hene
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di piraniya hevdîtinên xwe de balê dikişîne ser entegrasyona demokratîk û girîngiya tifaqa gelê kurd û tirk. Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina herî dawî de wiha dibêje: “Di haveyn û bingeha komarê de kurd hene.”

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 16ê sibatê de çûn girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê bi daxuyaniyekê der barê naveroka hevdîtinê de agahiyên girîng parve kirin. Şandeyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye: “Rapora Komîsyona Meclisê divê li gorî rastiyên bingehîn ên civakî be. Ev taybetmendiya rapora komîsyonê dê di pêşveçûna siberojê ya pêvajoyê de pir girîng be. Siyasetek ku bi mantiqa ‘jiholêrakirina terorîzmê’ nêzî mijarê dibe ne çareserî ye û ev îfadeya neçareseriyê ye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek e ku her tim xwe ji nû ve dinirxîne û stratejî û taktîkên xwe diyar dike. Ez vê civîna me wek civîna destpêkirina Entegrasyona Demokratîk dinirxînim.”
Şandeyê da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan li ser tifaqa kurd û tirkan jî wiha axiviye: “Pêvajoya ku ber bi damezrandina komarê ve çû, li ser yekîtiya tirk û kurdan ava bû. Mûstafa Kemal bixwe di 17ê çileya 1921ê de li Îzmîtê di civîneke çapemeniyê de li ser kurdan nirxandin kir. Ev Komar bêyî kurdan nehatiye avakirin. Di haveyn û bingeha komarê de kurd hene. Divê welatî bi qasî ku nasnameya xwe ya neteweyî diyar dikin, di derbirîna ol, mezheb û ramanên xwe de jî azad bin. Heke tu nikarî ol an zimanê xwe li ser kesên din ferz bikî, divê tu neteweya xwe jî ferz nekî. Divê herkes bikaribe bi azadî, netewe û nasnameya xwe diyar bike.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 16ê sibatê de balê dikişîne ser girîngiya entegrasoyna demokratîk û wiha dibêje: “Têkiliyên kurd û tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de tirk û kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dildarî di nav tifaqekê de bimînin. Du sed salên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê xwişk û biratiyê û yekîtiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve birêxistin bikin.”
Hezar sal in bi hev re dijîn
Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina 23yê çileya 2026an ku bi şandeya Komîsyona Meclisê re dike, vê nirxandinê dike: “Divê Civaka Demokratîk û Komar entegre pêk bê. Tirkbûna Anatoliyayê girêdayî kurdbûnê ye, kurdbûna Mezopotamyayê jî girêdayî Anatoliyayê ye. Kurd û tirk, hezar sal in di nav hev de dijîn. Li vê erdnîgariyê tirk bêyî kurdan û kurd jî bêyî tirkan nikarin bijîn. Di serkeftina Milazgirê de rola kurdan gelek zêde ye.”
Rêberê Gelê Kurd Abldullah Ocalan di gelek hevdîtinên 2025an de jî balê dikişîne ser tifaqa gelê kurd û tirk.
Di 18ê gulana 2025an de wiha dibêje: ‘’Cewherê têkiliyên kurd-tirkan cuda ye, ya tê xirakirin têkiliyên wekheviyê ye. Xwişk-bira şer dikin, lê yek bê ya di nabe. Ew xefik û mayinên ku vê têkiliyê xirab dikin, yek bi yek em ê paqij bikin.’’
Di 14ê îlona 2025an de dibêje: ‘’Di dilê dîrok û raboriya wê de, di navbera her du gelên kurd û ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û xwişk û biratiya di navbera gelên ereb û kurd de li pêş bû. Ev têkiliyên xwişk û biratiyê di navbera her du gelan de piştî îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket.’’
Di mijrada 2025an de dibêje: ‘’Azadiya min, ji azadiya hevpar û demokrasiya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ne cuda ye. Wexta ku em dibêjin azadî, em ji aştî, demokrasî û hemwelatîbûna wekhev re dibêjin azadî.’’
Di 25ê kanûna 2025an dibêje: ‘’Îslama demokratîk, şaristaniyeke alternatîf e ku azadiya jinê, hevsengiya ekolojîk û xwişk-biratiya gelan esas digire.’’
Di 30yê kanûna 2025an de dibêje: ‘’Li Sûriyeyê jî tabloyek kaotîk derketiye holê. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkûn e bidome û ev yek daxwaza wekhevî û azadiya kurd, ereb, elewî û hemû gelan bi hêz kiriye.’’


