RSF: Azadiya çapemeniyê daketiye asta herî nizm a 25 salên dawî

Li gorî rapora sala 2026an a Rojnamevanên Sînornenas azadiya çapemeniyê li seranserê cîhanê daketiye asta herî nizm. Sûriye li gorî Tirkiyeyê hîn li pêş e.

1 deqe xwendin
RSF: Azadiya çapemeniyê daketiye asta herî nizm a 25 salên dawî

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê de Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2026an weşand. Li gorî raporê azadiya çapemeniyê ya navneteweyî daketiye asta herî nizm a 25 salên dawî û zêdeyî nîvê welatan di kategoriya "zehmet" yan jî "gelekî cidî" de cih girtin.

RSFê destnîşan kir uk îsal bi taybetî di çarçoveya qanûnî de paşketineke cidî heye. Li gorî saziyê, ji sala 2001ê û vir ve qanûnên bi hinceta polîtîkayên ewlekariya neteweyî hatin derxistin di asteke girîng de azadiya çapemeniyê ji holê rakir.

Sûriye bi 36 gavan bilind bû

Di lîsteyê de yek ji pêşketinên balkêş bilindbûna Sûriyeyê ya di rêzê de bû. Sûriye bi 36 gavan bi pêş ve çû û derbasî rêza 141ê bû. Bi vî rengî derbasî pêşiya Tirkiyeyê bû.

Tirkiye di rêza 163emîn de ye

Tirkiye di rêzên jêrê de cihê xwe yê rêza 163emîn dewam kir. Di rapora RSFê de hate ragihandin ku zexta li Tirkiyeyê ya li ser rojnamevanan n e tenê bi qanûnên terorê tê kirin, her wiha sûcdariyên weke 'dezenformasyon', 'heqareta li serokkomar' û 'biçûkxistina saziyên dewletê' ji bo tepisandina rojnamevanan têne bikaranîn. Di raporê de hate gotin, bi van sûcdariyan rojnamevan hatin girtin.

Ewropa bakur di asta herî bilind de ye

Di endeksê de Norwêc 10 caran li ser hev cihê xwe di rêza yekemîn de girt. Erître di sê salên dawî de di rêza dawî ya lîsteyê de ye. Her wiha heft welatên Bakurê Ewropayê cihê xwe di kategoriya 'baş' de dewam kirin. Fransa jî di rêza 25emîn de di kategoriya 'baş e' cih digire.

Li DYA û latîn emerîkayê paşketİn

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi 7 pûanan kêm kir û daket rêza 64emîn. Li Latîn Emerîkayê jî hate gotin ku bi taybetî li welatên Ekvador û Perûyê tundî û zext zêde bûne.

Li sahelê paşketin

Paşketina herî mezin a sala 2026an li Nîjerê çêbû. Welat bi 37 pûanan daket û cihê xwe di rêza 120emîn de girt. RSF'ê pêwendiya vê rewşê bi şerê çekdarî û rêveberiya leşkerî ya li herêma Sahelê danî. Malî û Bûrkîna Faso jî bi heman rengî li paş ketin.

Welatên di rêzên dawî de ne

Di rêzên dawî yên lîsteyê de Erebistana Siûdî, Rûsya, Îran û Çîn hene. Erître di rêza herî dawî ya 180emîn de ye.