Şahiya Serhivde bi dawî bû

Li gundê Emerka yê navçaya Farqînê Şahiya Serhivdeyê ku bi coşeke mezin hate lidarxistin, di roja sêyemîn de bi bernameya dengbêjan bi dawî bû.

1 deqe xwendin
Şahiya Serhivde bi dawî bû

Li gundê Emerka yê navçeya Farqînê ya Amedê di 27ê Adarê de Şahiya Serhivde (Şahiya Mirazan) hate lidarxistin. Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şahî organîze kir. Di roja dawî de hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, bi sedan welatî tev li Şahiyê bûn. Bernameya ku sê roj in didome, bi Dîwana dengbêjan û qesîdeyan berdewam kir. Şahî bi pêxistina findan û govendê bi dawî bû.