SAMER: Ji sedî 98,7ê malbatan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin

SAMERê bi gelên cuda re ankêtek çêkir û diyar kir ku qada bikaranîna zimanê dayikê her ku diçe tengtir dibe. Di lêkolînê de derket holê ku ji sedî 98,7ê beşdarên ankêtê xwestine zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin.

1 deqe xwendin
SAMER: Ji sedî 98,7ê malbatan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin

Navenda Lêkolên Qadê ya SAMERê, rapora xwe ya têkildarî rêjeya bikaranîna zimanên dayikê yên derveyî Tirkî li Tirkiyeyê tên axaftin û daxwazên welatiyan bi raya giştî re parve kir. 

Daneyên di lêkolînê de, bi rêya hevdîtinên di navbera 4-10ê sibatê de bi rêya online hatine kirin, berhev kiriye. Bi giştî hezar û 540 kes tev li ankêtê bûn. 

Ji sedî 65ê beşdaran ji bajarên bakurê Kurdistanê bûn. Ji sedî 16,8 ji Herêma Marmarayê bûn. Ji sedî 69,4ê beşdaran mêr û ji sedî 30,6 jî jin bûn. 

Ji sedî 34,3yê beşdaran temenê wan di navbera 35-44 û ji sedî 26,9 jî temenê wan di navbera 45-54ê de bû. 

Ji bo pirsa “Zimanê we yê dayikê/zaravayê we çi ye?”; ji sedî 82,8ê beşdaran got “Kurmancî”, ji sedî 9,4ê beşdaran got “Kirmanckî/Zazakî", ji sedî 3,3yê beşdaran got "Kurmancî-Kirmanckî/Zazakî", ji sedî 2,2yan got "erebî”, ji sedî 0,9ê beşdaran got "Çerkesî”, ji sedî 0,7an got  "Lazî/Gurcî” û ji sedî 0,5an jî got “Ên din (Pomakî, Osetî, Suryanî û hwd.)” 

Dema li zimanên di nava malê de tên axaftin, Kurmancî ji sedî 49,5 û Tirkî jî ji sedî 38,1 derket pêş. 

Dema li rêjeya axaftina bi zimanê dayikê yê di nava malbatê de tê nihêrtin, ji sedî 41,5an got “Her dem” û ji sedî 28,1an jî bersiva “Gelek caran” da. 

Di nava jiyana civakî de bi rêjeya ji sedî 60,1ê zimanê Tirkî derket pêş. 

Ji beşdarên jin ji sedî 79,2yan got di jiyana civakî de bi Tirkî diaxivin û ji sedî 46ê beşdarên mêr jî gotin bi Kurmancî diaxivin. 

Ji sedî 55,5ê beşdarên anketê yên bi “Kurmancî” diaxivin gotin ku di nava jiyana civakî de bi Tirkî diaxivin. 

Li gorî temenê; ji sedî 69,8ê beşdarên temenê wan di navbera 18-24ê de got ku li kolanê bi Tirkî diaxivin û ji sedî 64,3yê beşdarên temenê wan di navbera 55-64ê de jî got bi Tirkî diaxivin. 

Ji bo pirsa “Hûn zimanê xwe yê dayikê di çi astê de dizanin?” jî piraniya beşdaran got ku baş fêm dikin lêbelê xwendin û nivîsandina wan kêm e. Ji sedî 45ê beşdaran got “Pir baş fêm dikim”, ji sedî 37,5’an got “Pir baş dixwînim”, ji sedî 23,2yan got “pir baş dixwînim”, ji sedî 17an got “pir baş dinivîsim.” Bi taybet jî di mijara nivîsandinê de ji sedî 36,6an got “qet nizanim.” 

Ji beşdarên bi zimanê dayikê qet nizanin û yên kêm fêm dikin ji sedî 58,1an sedema “Ji ber ku dibistan û çavkaniyeke zimanê xwe yê dayikê hîn bibim tune ye”, ji sedî 19,8’an sedema “ji ber qedexe ye” û ji sedî 13,6an jî sedema “ji ber ku malbata min hînî min nekir” weke hincet nîşan da. 

Bi heman awayî, ji sedî 59,4ê kesên baş bi zimanê dayikê nizanin jî got “Dibistan an jî çavkaniyeke pêş bixim tune ye” weke sedema sereke nîşan da. 

Li gorî bersivên beşdaran, di nava malbatê bi rêjeya ji sedî 75’ê herî zêde dayik bi zimanê dayikê diaxivin û piştre ji sedî 73,5ê bav, ji sedî 63,1 kesên bi ser temenê 65ê re tê. Rêjeya zarokên temenê wan di navbera 0-5ê de û qet bi zimanê dayikê nizanin jî weke ji sedî 24,4 derket pêş. 

Beşa din a raporê jî “zimanê dayikê û zarok” bû. 

Ji sedî 68,3yê beşdaran got ku di mala wan de zarokên temenê wan di navbera 0-18 de hene. Ji sedî 57,1ê vê komê got ku bi zimanê dayikê gel zarokan diaxivin û ji sedî 42,9an jî got pê re naaxivin. 

Ji sedî 47,2yê beşdaran got ku bi sedema “Derdora me her tim bi Tirkî diaxive” bi zimanê dayikê gel zarokan naaxivin. Ji sedî 20,6an weke hincet got “Ez bi qasî hîn bikim baş nizanim” û ji sedî 12,4an jî got “ji bo li dibistanê zehmetiyê nekêşin” bi zimanê dayikê pê re naaxivin. 

Ji bo pirsa têkildarî hewldana hînkirina zimanê dayikê jî ji sedî 29,6’ê beşdaran got “Ez gelek hewl didim”, ji sedî 26an got “Hewl didim”, ji sedî 29,5an got “Di astekî navîn de hewl didim.” 

Di beşa “Helwesta li dijî perwerdeya bi zimanê dayikê” de jî bersivên balkêş hatin dayin. 

Ji bo pirsa “Gelo hûn dixwazin perwerdeya zarokên we bi zimanê dayikê be?”; ji sedî 98,7’ê beşdaran got “Erê”. Ji sedî 21,3yê beşdaran ji bo vê bersivê hinceta “Ji ber ku mafekî bingehîn ê mirovan e”, ji sedî 20,2’yan got “ji bo ziman bijî”, ji sedî 13,7ê beşdaran jî “ji bo wekheviya firsendan a di perwerdeyê de” weke sedema vê bersivê nîşan da. 

Ji sedî 91,5ê beşdaran ji bo pirsa “Nêrîna we ya têkildarî perwerde/fêrkirina a zimanê dayikê çi ye?” got “Divê perwedeya bi zimanê dayikê ji pêşdibistanê ve dest pê bike.” Lêbelê ev rêjeye di nava kesên temenê wan di navbera 18-24ê de ji sedî 76,7 bû. 

Ji sedî 82,1ê beşdaran ji bo perwerdeya zimanê dayikê ya li dibistanan di bin navê “zimanê dijîn” de tê dayin got “pir kêm e” .

Ji bo pirsa “xetereya herî mezin a li dijî hebûna zimanê dayikê çi ye?” jî ji sedî 56,9ê beşdaran got “Ji ber ku perwerdeya bi zimanê dayikê nîne”. Li gorî zayendan; ji sedî 63yê beşdarên mêr ev bersiv dan û ji sedî 23,1ê beşdarên jin jî “polîtîkayên zext/bişaftinê” weke xetereya herî mezin nîşan da. 

Ji bo parastin û pêşxistina zimanê dayikê, pêşniyara yekemîn bi rêjeya ji sedî 37,9ê “Divê zimanê dayikê bibe zimanê perwede/hînkirinê” derket pêş. Ji sedî 30,8ê beşdaran got “Divê ji hêla zagonî/destûra bingehîn ve bê misogerkirin” û ji sedî 20,1an jî got “divê weke zimanê fermî bê qebûlkirin.” 

Têkildarî mijara cihêkariyê jî ji sedî 60,4ê beşdaran got ku herî zêde li “daîreyên dewletê” û ji sedî 44,7an jî got ku herî zêde “li ser medyaya dijîtal” rastî cihêkariyê tên. 

Di beşa encam û nirxandinê de hate gotin ku ev rapor nîşan dide ku qada bikaranîna zimanê dayikê her ku diçe di nava jiyana rojane de tengtir dibe; daxwaza ji bo perwerdeya zimanê dayikê pir xurt e û berfireh e.