Şandeya Fransayî: Ji bo piştgiriya Kurdan em li vir in

Şandeya Fransayî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir ew ji bo dengê gelê kurd bigihînin aliyên eleqedar û mafên wan hatine Rojava.

1 deqe xwendin
Şandeya Fransayî: Ji bo piştgiriya Kurdan em li vir in

Şandeya Fransayî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a bajarê Qamişloyê kir. Di şandeyê de parlamentoya Fransa û cîgira seroka Bloka Partiya Sosyalîst a Fransayê û berpirsa Têkiliyên Parastinê ya Parlamentoyê Anna Pec û berpirsa Têkiliyên Derve ya Senatoya Fransayê Dylan Bouteflika cih girtin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Qamişloyê Îlham Ehmed û cîgira hevserokatiyê Gulistan Elî û nûnerê Rêveberiya Xweser a Şamê Dr. Ebdulkerîm Omer pêşwaziya şandeya Fransayê kir. Anna Pec ji ajansa ANHAyê re kêfxweşiya xwe ya hevdîtina Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed re anî ziman. Anna Pec da zanîn ku ew ji bo tiştên li Rojava li ser erdê pêk tên bibînin û dengê gelê Kurd li Rojava bigihînin, mafên wan biparêzin hatine Rojava.