Şandeya Wezareta Perwerdehiyê ya Şamê serdana Waliyê Hesekê kir

Waliyê Hesekê Nûredîn Ehmed, pêşwaziyê li Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Dr. Mihemed Tirko û şandeya pê re kir.

1 deqe xwendin
Şandeya Wezareta Perwerdehiyê ya Şamê serdana Waliyê Hesekê kir

Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Mihemed Tirko û şandeya pê re serdana Waliyê Hesekê Nuredîn Îsa Ehmed kir. Di hevdîtinê de rewşa proseya perwerdehiyê li parêzgehê, amadekariyên ji bo ezmûnên bawernameyên seretayî, navîn û amadehî hatin nîqaşkirin. Li kêleka wê jî mekanîzmeya bicihanîna biryarnameya serokatiyê ya hejmara 13an a bi naveroka zimanê kurdî zimanekî neteweyî ye û dikare li dibistanên hikûmetê bê xwendin hat gotûbêjkirin.

Ev hevdîtin di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê çileyê de pêk tên.