Şandeyek ji Siwêdê serdana Rojava kir

Şandeyeke ji Siwêdê serdana Rojava kir û bi Daîreya Têlikiyên Derve re civiya.

1 deqe xwendin
Şandeyek ji Siwêdê serdana Rojava kir

Şande ji endamê Parlamentoya Ewropayê Jonas Sjostedt yê Partiya Çep û endama Rêveberiya partiyê pêk dihat serdana Rojava kir û bi Daîreya Têlikiyên Derve re civiya.

Di civînê de, li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê, bi taybetî Rêveberiya Xweser nîqaş hatin kirin û  li ser peymana 29ê Çileyê û bicihanîna bendên wê hat axaftin. Yek ji mijara ku hat axaftin jî rewşa dawî ya Kobanê û nebûna av û pêdiviyên jiyanî bû. 

Şandeya Swêdê ya ku di encama xebatên dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser ve serdana Rojava kir piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman.