Şaredarê Guzelbahçe yê CHPyî ji wezîfeyê hat dûrxistin
Şaredarê Guzelbahçe Mûstafa Gunay ê ji CHPê ku bi sûcdariya bertîl û avakirina rêxistinê hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat dûrxistin.

Şaredarê navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê Mûstafa Gunay ê CHPyî ku hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê ve hat dûrxistin.
Şaredarê Guzelbahçeyê Mustafa Gunay ê CHPyî ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de bi îdiaya ‘bi armanca sûc avakirina rêxistinê’, ‘bertil’, ‘bi awayekî nebaş birêvebirina peywirê’ û ‘muxalefeta li dijî îmarê’ hat girtin.

