Şaredariya Lozanê 50 hezar Frank alîkarî da Rojava

Şaredariya Lozanê yê Swîsreyê, ji bo piştgiriya gelê Rojava 50 hezar Frankên Swîsreyê alîkarî kom kir.

1 deqe xwendin
Şaredariya Lozanê 50 hezar Frank alîkarî da Rojava

Alîkarî û piştevaniya ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Lozanê ya Swîsreyê piştgirî kom kir. Şaredariya Lozanê, ji bo ku bigihîje kesên ji cih û warên xwe bûne, 50 hezar Frankên Swîsreyê bexşî saziya alîkariyê Heyva Sor kir.

Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Lozanê daxuyanî da û diyar kirin ku alîkariya navborî bi armanca piştgirîkirina xebatên mirovî yên ji bo nifûsa ji cih û warên xwe bûne hatiye dabînkirin. Şaredariyê di daxuyaniyê de wiha got: “Bi armanca piştgirîkirina xebatên alîkariya mirovî yên têkildarî nifûsa ji cih û warên xwe bûne, ji bo Heyva Sor a Kurdistanê di pîvana 50.000 Frankên Swîsreyê de alîkariya lezgîn hatiye dabînkirin. Ev piştgirî, bi taybetî li ser lênêrîna bijîşkî û alîkariyên lezgîn ên ji bo beşên herî bêparastin hûr dibe.”

Encumena Şaredariya Lozanê, li gel piştgiriya madî bang li saziyên navneteweyî jî kir. Di daxuyaniyê de xwest ku Encumena Federal hemû zextên li ser nifûsa sivîl bi awayekî eşkere şermezar bike.”