Şaxa ÎHDê ya Enqereyê daxwza dîtina windayiyan û darizandina kujeran kir

Şaxa ÎHDê ya Enqereyê bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Bîranînê ya Windayan daxuyanî da û ji bo darizandina kujerên windayan daxwazên xwe ragihand.

1 deqe xwendin
Şaxa ÎHDê ya Enqereyê daxwza dîtina windayiyan û darizandina kujeran kir

Şaxa Komeleya Mafê mirovan (ÎHD) a Enqereyê, bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Bîranînê ya Windayan li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxûyanî da. Endam û nûnêrên ÎHDê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Xizmên windayan bi tenê nîn in, windaiyan bibînin, divê kujêr bên darizandin û Dayikên Şemiyê rûmeta me ne” dinivisî hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşimeya “Divê winda bên dîtin û kujêr bên darizandin” hate berzkirin. Metna daxûyaniyê ji aliyê rêvebera Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Asli Saraç ve hat xwendin.

Asli Saraç anî ziman ku bi boneya Hefteya Windayan ew ê ji bo darizandina kujeran têkoşîna xwe didomînin û heta winda bên dîtin û faîl bên darizandin dê li qadan bin.

Asli Saraç daxwazên komeleyê wiha rêz kir:

* Divê aqubeta kesên di binçavan de hatine windakirin bê eşkerekirin.

* Divê sûcê windakirina bi dara zorê di qanûna cezayê ya Tirkiyeyê de weke sûce li dijî mirovahiyê were pênasekirin.

* Divê polîtîkayên bêcezahiştinê yên derbarê dosyeyên kesên di binçavan de hatine windakirin bi dawî bibe.

* Divê berpirs di encama lêpirsîneke bi bandor de derkevin pêşberî edaletê.

* Divê qedexeya li dijî hiqûqî ya li ser Qada Galatasareyê bê rakirin û Mirovên Şemiyê daxwazên xwe bi awayekî azad bînin ziman.

* Divê Tirkiye peymana parastinê ya Neteweyên Yekbûyî îmze bike û bi awayekî bi bandor bi rê ve bibe.

* Divê biryara windayên bi darê zorê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bêkêmasî were birêvebirin.