Sedem û rabirdûya enflasyon û devalûasyonê
Îro pergala sermayedariyê aboriyê bi rê ve dibe. Yan jî pergala ku wekî kapîtalîzm navê aboriyê lê kirine. Ya ku wan serdest dike ev e. Lê di destên çînên ‘jêr’ de tişteke wisa ku bi rê ve bibin nîn e. Derfet û destûr nehatiye û nayê dayîn.

Çiqas mijareke dêrîn be, ewqas jî bi sedemên xwe yên ji qalibên ku tên zanîn dertê, divê ku balê bikşîne. Herwiha ev mijar jî, wekî giraniya mijarên dîrokî, civaknasî û hwd ne wekî pêkhatineke pisporî yan jî endezyarî pêk hatiye, ji herişandin an jî berovajîkirina kevneşopên civakên xwezayî û komî pêkhatina wê zêdetir nêzî rastiyê dixuyê. Di kom an jî civakên mijara gotinê de sersalên taybet hene ku xwedî ristên vejînî ne. Ji derûniya civakî bigre heta rêveberî (heta ku di hinek civakan de cih û war jî tên guhertin), bawerî (mezheb û hwd), aborî û hwd hemû di van sersalan de tên guhertin. Ev guhertinên ji binî ve bi tenê bizarê guherbariya xwezayê dike yan hîna ramaneke kûr tê de heye, mijara lêkolînê ye. Lê mijara vê nivîsê ne ku van guhertoyan hemû hilde dest e. Aliyê wê yê debarî-aborî ye.
Di sersalan de wekî hemû guhertinan (guherandina), van kom-civakan hemû debara di destên xwe de ya ji sal an jî serdema borî mayî cardin didin xwezayê. Di vir de ramana dualîtî xwe dide der. Ev pir girîng e. Dibe ku giraniya serpêhatiyê ji vir destpê bike. Komên mijara gotinê bi sal an jî serdema nû re cardin bi kedê debara xwe ji xwezayê kom dikin û jiyana xwe didomînin. Bes ji ber ku rêjeya nifûsê kêm e (kom ji bîst, sih, çil kesî pêk tên), di serdema nû de xwedîkirina komê yan jî komkirina debarê zehmet nîn e. Jixwe di nêçîrvanan de nêçîr domdar tê kirin. Di çandvanan de jî çandinî piranî salê carekê pêk tê ku pir li derva yan jî li dijî pîvanên dema xwe yên çandî û bawerî yên vegerandina xwezayê nîn in. Bes dîsa jî di sersalan de zêdeberhem cardin li xwezayê tên vegerandin. Bi demê re zêdebûna nifûs, guhertinên pergalên siyasî û civakî rewşê ber bi qeyranê ve dibin. Binemalên nû ku dertên holê, li aliyekî xwe mayînde dikin, lê li aliyê din jî bi awayê ku kenew li ser pîvan û pergalên berê ne, li ber çavan wan didin domandin. Sersal dîsa tên domandin. Lê wekî berê na. Êdî kole tên qurbankirin, li cihê guhertina rêveberiyan. Gelek binemal di sersalan de li cihê xwe kesên ji çînên jêr didin rûniştandin û wan dikin qurban. Ev li ser tabletên Misir û Sumeran jî hatine neqişandin.
Belavkirina aboriyê
Bes pêkhatina balkêş di rewşa aboriyê de dertê holê. Aborî, wekî kevneşopên berê dîsa di sersalan de tê belavkirin. Lê ne li xwezayê, piranî di nava çînên jor de tê parvekirin. Heman rêbaz li gor roja îro rejîmên siyasî-dînî-terîqetî yên wekî AKPa Tirkiyeyê, Meleyên Îranê, Monarşiyên Ereban û hwd. pêk tînin, an jî didomînin. Di Osmanî û Safewiyan de jî pirî caran wekî domandina vê kevneşopê, dema ku dawiya salê tê, xezîneya dewletê tê valakirin. Rewşên nêzî van di Împaratoriyên serdema gelêrî de jî pêk tên. Hinek caran li ser navê belavkirinê xezîneya dewletê tê binerdkirin an jî bi awayekî tê veşartin. Ev piranî di sersalan de pêk tê. Xezîneya ku rastî van pêkanînan tê, êdî careke din bi awayekî fermî dernayê holê. Sedemeke girîng a enflasyon û devalûasyonan, bi şeran re ji rewşên wekî xela û hwd. zêdetir ev in. Kevneşopên giyanewer û paganan, bi vî awayî û piranî jî wekî lîstik an jî honakekê dibin mijara binemal an jî çînên jor ên dewletan. Di rewşên ku xezîne hatiye valakirin de qîmet an dikeve yan jî radibe. Li holê pere yan jî hemberekî guhertinê namîne. Bazirgan malên xwe vedişêrin. Lê divê ku dewlet pergala xwe bidomînin. Ji bo vê jî bi sal an jî sersala nû re, bacên mezin li ser pişta gel tên barkirin. Di koledariyê de ev tê wateya hîna zêde kole û desteserkirin. Bi vî awayî şer wekî encama van sedeman tên pêşxistin. Di heyama Navîn de jî cihê koleyan pêlîstokiya feodalan digre. Dewletên mezin û împaratorî ji bo tijekirina cihê vala yên mijara gotinê, bi rêya feodalan barên mezin li ser pişta gundiyan dixin. Xezîneyên bi vî awayî valakirî di demeke kurt de bi gundiyan didin dagirtin. Di dem û cihên ku ev jî bi têrê nakin de, feodalan li hemberî hev du didin şerkirin û bi rûxandinên ji binî ve hewl tên dayîn ku xezîneyên dewletan dîsa werin dagirtin. Di dîrokê de serpêhatiyên çîrokî yên ‘xezîneyên winda’, hinek jî van pêkanînan tînin ziman.
‘Hemû rê dertên Romayê’
Roma, vê kevneşopê vedigerîne şêlandineke nedîtî. Gotina ‘hemû rê dertên Romayê’ hinek jî bi vî aliyê aborî ve têkildar e. Bingeha giraniya şêlandin, dizî, karên ne li rê yên der barê aboriyê de ji vir tê. Anku li gorî berjewendiyên xwe berovajîkirina pîvanên debarî yên giyanewer û paganan. Bazirganî, bingeha xwe bi giranî ji berhemên çandiniyê hildide. Lewma di Heyama Navîn de siwarbûna hemû çînên jor ên li pişta gundî û çandvanan ne jixweber e. Gotina di sersalan de derketina Levîathan û xwarina her tiştî bi awayekî vekirî vê tîne ziman. Levîathan, di serdemên gelêrî de nebaşiya ku tê qewirandin e. Di Heyama Navîn de jî qesr û xezîneyên dewletên mezin in. Huner û wêjeya gelan ji aliyê şibandinî (teşbih) ve gelek dewlemend e. Li dervayê keda koleyan a ku bi zorê tê dizîn û desteserkirin, ji nêçîrên destpêkî bigre heta çandiniya Heyama Navîn, pergala aboriyê dikare di meriyetê de wekî kooperatîf were dîtin. Ev heta hewla sanayiyê jî bi heman awayî pêk tê. Lê tişta ku vê pergalî dixwaze bêwate bike, endustriyalîzma ku wekî Levîathan dertê pêş e. Rûxandin, bi xwe re bêwatebûnê derdixe holê.
Mulkiyeta taybet
Rûxandina ku ne bi çend caran, bi sedsalan domdar pêk tê, bi awayekî xwezayî dê wateya pergal û pîvanên debarî yên berê bêwate bike, karîgeriya wê ji hest û ramanên xwediyan biweşîne. Di vir de mulkiyeta taybet, rewakirina Levîathan e. Lê ramana mulkiyeta taybet bingeha xwe ji şeran digre. Bi vî awayî mulkiyeta taybet, karîgerî û hişmendiya kooperatîfgeriya dîrokî ji holê radike. Êrişên domdar, derûniya parastinê ji jiyan û aborsaziya azad digre û li hemberî vana rewşeke parêzvanî dertê holê. Bi vî awayî kom, eşîr, gundî vedigerin leşkeran jî. Leşker şer, şer êriş, êriş rûxandin û parastinê û ev jî xwedîtiyê bi xwe re derdixe holê. Di rewş û derûniyeke wiha de tişteke ku êdî li xwezayê vegere nîn e. Xweza, êdî perestgehên nû yên çendqat in ku dê paşê vegerin qesran. Di roja îro de metropol cihê perestgehên berê digirin. Ji borsayan bigre heta banqeyan, êdî Levîathan bi zirxên nû yên hiqûqî pencên şikandina gel in.
Levîathanên li ser yekitiyê hatin avakirin!
Lê di hewla sanayiyê de ku hîna xîmê pergala nû bi merkantalistên sedsala 15an re hatibû avêtin, pergalên siyasî yên li dijî pergala şer û desthilatdariyê derketin pêş, ji Sovyetan bigre heta Çînê, Almanyaya Rojhilat û qaşo Koreya Bakur a îro, li ser navê wekheviyê bûn Levîathanên navxweyî yên gelan û hemû hêviyên li dijî pergala navendî ji holê rakirin. Bêwatebûn herî zelal di meriyetên van pergalên siyasî yên kenew li dijî pergala navendî de dikare wateya xwe bibîne. Wekî derûniya civakî ya ji heyamên berê maye (bi meriyetên van aliyan ve jî têkildar) îro ku qala pergaleke aborî ya wekhev tê kirin, herî zêde ji aliyê derûnî ve beşên civakî yên ku xizan hatine hîştin (‘koleyên hemdem’) li dijî dertên an jî jê bawer nakin.
Di nava civaka kurd de jî heman rewş heta cihekî xwe dide der. Lewre van beşan wisa hatine desteserkirin û perçiqandin, ji bo ku angaşteke wan a jiyanî bimîne divê ku ji aliyê derûnî ve yan bigihîjin ast û rewşa çîn, alî û rêxistinên ku wan anîne vê rewşî yan jî helwesta heyfê derê pêş ku helwesta heyfê jî piranî xeyala derketina ‘jor’ û perçiqandina aliyên binê xwe ye. Ji aliyê teorî de ramanên Birêz Ocalan der barê vê beşî de yên gelek girîng û berfireh hene. Lê him ji ber xisletên têkoşîna kurd ên bi rewşa herêmê û neyarên Kurdistanê ve girêdayî û him jî kêmasiyên heyî (bi taybet partî û rêxistinên legal), ev raman cihê xwe yên pêwîst (heta niha) nedîtine. Di roja îro de cihê sersalên giyanewer û paganan, qeyranên honakî yên ku ji aliyê xwediyên pergalê ve tên derxistin digre. Bi vî awayî wekî cihê valakirina xezîneyên Împaratoriyên Heyama Navîn, endustriyalîzma ku salê carekê nemûş, karbeşî û rewşeke nû ya aborî derdixe holê digre.
Hişmendiya mezexkar e
Êdî Levîathan, hişmendiya mezexkar e. Lewma ji pergaleke wekhev a aboriyê dûr direvin. Helbet gava ku ‘wekhevî’ tê gotin, di rewş û roja me de pîvaneke pergalî ya wekî terazî dê hinek xeyalxweş be. Lê çiqas û ji ku ve hewce bike were destpêkirin. Dîsa derûniya aborsaziyê ya ku di encama van rewşan de hatiye rûxandin divê ku li ser xebatên pêwîst werin kirin. Îro pergala sermayedariyê aboriyê bi rê ve dibe. Yan jî pergala ku wekî kapîtalîzm navê aboriyê lê kirine. Ya ku wan serdest dike ev e. Lê di destên çînên ‘jêr’ de tişteke wisa ku bi rê ve bibin nîn e. Derfet û destûr nehatiye û nayê dayîn. Piyaseya serbest were gotin jî, bes heta li gorî pîvanên pergalê ku bingeha xwe ji destpêka merkantalistan digre tev neyê gerîn, derfet û destûr nayê dayîn ku derketin pêk were.
Wisa be gel dikarin çi bikin? Divê ku ew jî bikarîbin kedê wekî destpêk bi rê ve bibin. Ev dê bibe bingeh ji bo pergaleke civakî ya ku tê payîn. Rêvebirina kedê, pîvan û sinca civakî jî dikare sererast bike.


