Selîm Zencîrî: Yekitî ji bo gel hêvî ji bo Îranê tirs e

Di nav şerê ku di navbera Îran û Îsraîlê de berfireh dibe de, yekîtiya 5 partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê wek pêngavek dîrokî tê nirxandin. Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î Selîm Zencîrî der barê hevpeymaniyê de got ‘Ev yekitî hem morala gel xurt kir û hem jî tirsa rejîma Îslamî ya Îranê zêde kir.”

1 deqe xwendin
Selîm Zencîrî: Yekitî ji bo gel hêvî ji bo Îranê tirs e

Îsraîl û Îrana ku bi dehan sal in li dijî hev gef dixwin û dem dem êrişê hev dikin, ev 4 roj in li dijî hev şer dane destpêkirin. Şerê di navbera herdu dewletan de li gelek deveran belav bûye. Ji ber êrişên Îsraîlê Ayetûllah Xameney jî di nav de gelek rayedarên Îranê hatin kuştin. Kuştina rayedarên Îranê li Îranê ji aliyê netew û baweriyên ku tune tên hesibandin de bû cihê kêfxweşiyê. 

Li aliyê din yekitiya di navbera Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran (PDK-Î), Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Sazûmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ku di 22yê çileyê de li dijî êrişên li ser kurdan û hovîtiya Rejîma Îslamî ya Îranê hat ragihandin bandoreke erênî li derûniya gelê kurd ê ku di bin êrişan de ye dike. 

Em der barê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, yektiya ku hatiye avakirin û bandora vê yekitiyê ya li ser kurdan û neteweyên din ên li Îranê bi endamê Yekitiya Navendî ya PDK-Î Selîm Zencîrî re axivîn.

Endamê Komîteya Navendî yê PDK-Î Selîm Zencîrî li ser yekitiya ku di nav 5 partiyên li rojhilatê Kurdistanê de pêk hat ev tişt anî ziman: “Ji berê de daxwaza gelê Rojhilat yekitiya di navbera partiyên siyasî de bû. Ji bo ev yekitî were avakirin gelek caran gav hatin avêtin lê ji ber nêzikatiyên cuda yên siyasî û îdeolojîk ev yekitî pêk nehat. Rewşa aloz a siyasî û aborî ya Îranê, kûrbûna krîzan û atmosfera şer a di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de pêwistiya bi yekitiyê xurttir kir. Ji ber vê pêwistiyê diyaloga di navbera partiyên siyasî de zêdetir bû. Di encama hevdîtinan de me di 22yê çileyê de bersiv da daxwaza gelê Rojhilat ku bi salane di bin zextên Îranê de ne.”

Selîm Zencîrî di berdewama axaftina xwe de ji bo rola PDK-Î ya di nav yekitiyê de wiha got: “Ji bo me hemû partiyan ya girîng avakirina yekitiyê ye. Ne pêkan bû ku PDK-Î di vê pêvajoyê de di nav ‘Navenda Diyalogê’ de cih negire. Ji ber ku em xwedî dîrok û tecrûbeyeke ne.”

‘Armanc Kurdistaneke azad e’

Selîm Zencîrî der barê naveroka mijarên ku bûne rojeva yekitiyê wiha axivî: “Me di hevdîtinên xwe de li ser mijarên yekîtî û bi hev re xebatê, hilweşandina rejîma Îranê, pêkanîna pergaleke demokratîk, nenavendî nîqaş kir. Herwiha mafê diyarkirina çarenûsa kurdan jî yek ji armanca sereke ya vê hevpeymaniyê ye. Bi vê yekitiyê em hewl didin Kurdistaneke ku tê de bawerî, maf, jin û mêr tê de azad bin û tundî tê de tunebe ava bikin.”

Selîm Zencîrî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîma Îranê ji bo yekitî di navbera partiyên siyasî yên kurd de çênebe tim di nav avakirina dubendiyan de bû. Rejîm partiyên kurdan û daxwazên gelê kurd wek daxwazên ‘cudaxwaz û terorîst’ pênase dike. Bi vî awayê dixwaze pêşî li daxwazên me bigire. Di vê çerçoveyê de li dijî gefên siyasî û mafgirtinê pêdivî bi yekitiyê hebû. Bêyî hevgirtina hêzên siyasî, şiyana bandorkirinê li ser siyaseta Îranê û avakirina sîstemek demokratîk û nenawendî piştî herifîna rejîma Îslamî zehmet e. Ji ber vê yekê, hevpeymaniya hêzên siyasî yên kurd, bi dûravêtina nakokiyên navxweyî, rûpelek nû li hember gefên hevpar vekir û nîşan da ku berjewendiya gel di yekîtî û hevxebatiyê de ye.”

Yekitî tirsa rejîmê ye

Selîm Zencîrî di berdewam axaftina xwe de bi van gotinan bal kişand ser bandora yekitiya ku pêk hatiye: “Gel her dem piştevanê tevgera siyasî û daxwazkarê yekîtiyê bû. Her pêngavek ku bêhna yekîtiyê jê bê, gel dilxweş dike. Ev lihevkirin wek destkeftineke siyasî û dîrokî bandorek erênî û bihêz li ser rewanê gel hişt û hêz û moral da tekoşîna wan ji bo azadî û rizgariyê. Yekitiya me bandoreke erênî li kurdan kir lê tirseke mezin kir dilê rejîma hov a Îranê û neyarên kurdan. Her çend rejîma Îslamî ya Îranê rewatî û meşrûiyeta xwe ya siyasî û civakî ji dest daye, ya ku ew heta niha li ser lingan hiştiye, parçebûna partiyên siyasî yên kurd bû. Ji ber vê yekê, pêkhatina her hevbendî û lihevkirinê di qonaxa niha de bi zirara rejîma îslamî ye. Ew ê hewl bide ku bi awayên cuda li dijî wê derbikeve û bi dek û dolabanan hewl bide wê bêbandor an jî lawaz bike. Çimkî ev lihevkirin morala gel û azadîxwazan xurt dike, givaşên siyasî û ewlehî li ser rejîmê zêde dike.”

‘Yekitî dê rastî êrişan were’

Selîm Zencîrî da zanîn ku dê yekitiya wan rastî êrişan were û wiha pê de çû: “Dibe ku ev lihevkirin di demkurt de bertekên tund wek zêdekirina serkutên sîstematîk, propagandaya jehrîn, operasyonên leşkerî û mûşekî yan jî kişandina hevkêşeyên herêmî bi xwe re bîne û ew weke pirsek ewlehiyê ji aliyê dewletên cîran ve were nîşandan. Lê di demdirêj de, dikare givaşên siyasî û civakî li ser rejîmê zêdetir bike, daxwaza demokratîk bihêztir bike. Serketina vê yekîtiyê girêdayî îrade, bawerî û pabendbûna aliyan e. Herwiha, piştgiriya gel ji bo parastin û berfirehkirina vê hevbendiyê di vê qonaxa hestiyar de, dikare me nêzîkî serkeftinê bike û hemû planên dijminan vala derxe.”

‘Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de 47 sal in didome’

Selîm Zencîrî di axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku niha di navbera Îran û Îsraîlê de destpêkiriye û ev tişt anî ziman: “Şerê di navbera herdu dewletan de ev 47 sal in bi awayên cuda berdewam dike. Heta niha gelek navendên Îranê hebûn ku li ser jiholêrakirina Îsraîlê hatibûn avakirin lê niha em dinêrin ev çend roj in bi awayeke fizîkî şer di navbera herdu dewletan de destpêkiriye. Tê zanîn ku di navbera Îran û DYAyê de li ser çekên nuklerî, mûşek û komên li welatên cuda yên girêdayê Îranê hevdîtin dihatin kirin. Lê hem DYA û hem jî Îsraîl şert û mercên zehmet didan pêşiya Îranê. Dixwestin Îran xwe radest bike lê ev pêk nehat. Ji ber vê yekê Îsraîlê êrişê Îranê kir, Xameney jî di nav de gelek rayedarên payebilind ên xedar kuştin. Ji bo me ev cihê dilweşiyê ye. Lê elbet ne di wateya berdewama şer de. Lê diyar e ku dê şer bi vî awayê bi dawî nebe, di berdewamkirina şer de ji aliyê aborî ve jî Îran dikeve nav zehmetiyan.”

Selîm Zencîrî bal kişand ser daxwaza DYAyê ya guherîna rejîma Îranê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DYA dixwaze rejîmê biguherîne. Îran jî ji bo mana xwe êrişên welatên Kendavê dike û gelek zirar daye aboriya van welatan. Herwiha Îran êrişê partiyên Rojhilat ên li başûrê Kurdistanê ne kir. Îran bi van êrişên xwe hewl dide raya giştî ya cîhanê bike dewrê ku daxwaza qedandina şer bikin. Lê heta roja me jî hê daxwaza wan pêk nehatiye.”

‘Me wek yekitî komîteyan ava kir’

Selîm Zencîrî got ku kes ne li bendê bû Îran karibe ewqas li ber xwe bide û wiha got: “Îsraîl zane ku ev derfeta di destî wî da tu car dubare nabe. Ji ber vê bi hemû hêza xwe êriş dike da ku Îranê ji holê rake. Lê kes ne li bendê bû ku Îran karibe li dijî êrişan ewqas li ber xwe bide.”

Endamê Komîteya Navendî yê PDK-Î Selîm Zencîrî der barê yekitiya partiyên kurdan ên li Rojhilat û şerê ku niha berdewam dike jî wiha got: “Em 5 partiyên ku di nav hemahengiyeke de dixebitin me komîteyan di her qadê de amade kiriye. Ev komîte bi taybet di aliyê leşkerî û dîplomasiyê de xebatên xurt dimeşînin. Ji bo gelê me ev yekîtî dîrokî ye. Herwiha niha em bi neteweyên din re di nav têkiliyan de ne da ku em karibin pergaleke demokrat û nenavendî pêş bixin. Niha daxwaza kurdan û hemû neteweyên tune tên hesibandin yek in. Em bawerin ku dê hilweşandina vê rejîmê ji bo me hemûyan rewşeke xweştir derxe pêş.”