Şer şer ê dewlet û komunan e
Aktîvîsta TJAyê Şadiye Manap diyar kir ku serdema jiyana komunal a ku li dora jinan hatiye avakirin, ji aliyê hişmendiya mêrperest ve hedef hatiye girtin û got: “Dema ku em qala dîroka serdema civaka xwezayî dikin, em dibînin ku kujerê kastîk yekemîn êrişê cihên pîroz ên jinan ên weke perestgehan kiriye. Ev tesadufî nîn e. Çima peresetgeh?”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfestoya xwe de ku di 27ê sibata 2025an de bi raya giştî re parve kiribû, bal kişandibû ser Yekîtiya Komunên Civaka Demokratîk û gotibû: “Ev ne dîroka şerê çînan e, ev dîroka şerê dewlet û komunan e. Ev perspektîfa min dê di civakê de çareseriyeke nû ya guhertin û veguhertinê bide avakirin.” Dîsa di manîfestoyê de çend xalên girîng ên wek dîroka jinan, jiyana komunal a civaka ku li dora jinan hatiye avakirin, berxwedana jinan a dîrokî û pîroziya wê, kujerê kastîk kiriye.
Herwiha ji bo çareseriyê perspektîfa entegrasyona demokratîk bi pêş xistiye û bal kişandiye ser pergala konfederalîzma demokratîk a bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin û entegrasyona demokratîk a di navbera wan û hikûmeta Şamê de.
Em der barê manîfestoya demokratîk û mijarên ku tê de derbas dibin bi Şadiye Manapê re axivîn ku 30 salan di girtîgehê de ma û niha wek aktivîsta TJAyê xebatên xwe didomîne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfestoya xwe ya di 27ê sibata 2025an bal kişandibû ser kujerê kastîk. Hûn weke aktivîsteke TJAyê mijara kujerê kastîk çawa şîrove dikin?
Rêber Apo di parêznameyên xwe de bi berfirehî qala zilamên serdest û hêzdarê konek kiriye. Me dîrok wisa tehlîl dikir. Rast e wisa ye jî. Yanî hişmendiya mêrperest çawa serdest bûye, çawa jin şikandiye, çawa bê îrade hiştiye, jiyana komunal ku li dora jinan, bi fikir û keda jinan hatiye avakirin, çawa şikandiye? Ev hemû mijarên lêpirsînê ne. Mijara kûjerê kastîk ji vê cudatir çi ye? Em di manîfestoya Rêber Apo de vê berfirehtir dibînin ku tehlîlên li ser dîrokê kiriye hê kûrtir in. Di wê serdemê de ku jiyana komunal li dora jinan hatiye avakirin, civaka komunal ku bi ked û hestên jinan hatiye sazkirin, hişmendiya mêrperest ku dixwaze serdest bibe û jiyana komunal têk bibe, dest bi kujeriyê dike. Wateya wê kujerê kastîk e. Ango tiştên ku bi zanebûn, plan û proje tên kirin, jê re kastîk tê gotin. Ev jî tê wê wateyê ku mêran bi kastîkî êrişî jiyana komunal kiriye ku li dora jinan hatiye avakirin. Civaka xwezayî ya exlaqî û polîtîk bi pêşengiya jinan hatiye birêvebirin û mêran êrişê perestgehên pîroz ên jinan kirine. Li vir dixwazim bi taybet tiştekî bînim ziman. Dema ku em qala dîroka serdema civaka xwezayî dikin, em dibînin ku kujerê kastîk yekemîn êrişên li ser cihên pîroz ên jinan ên weke perestgehan kiriye. Ev tesadufî nîn e. Çima perestgeh? Ev pirseke pir girîng e. Perestgeh ji bo jinan cihê afirandina felsefe, pêşxistina ilmî û cihê parastina nirxên pîroz ên civaka xwezayî ya komunal û di heman demê de cihê xwebirêxistinkirina jinan bûye. Eger ku em vê bi serdema me ya niha re peywendiyê bidin çêkirin, em dikarin vê wek mînak akademiya jineolojiyê ya dema niha pênase bikin û şênber jî bikin. Ji ber ku ew perestgeh akademiya jinan a yekemîn bûye. Ji ber vê pîroziyê hişmendiya mêrperest yekemîn êriş biriye ser nirxên pîroz ên jinan û civaka komunal. Ango xwestine wan cih û warên pîroz bikin bin desthiladariya xwe. Lewra yekemîn mêran komkujiya jinan pêk aniye û pîroziya xwe ya mêrane îlan kiriye. Lewra em ji vê pergalê re dibêjin kujerên kastîk. Ji ber ku xwe xistine şûna jinan û gotine: Yên pîroz em in, yên serdest em in, yên xweda jî em in. Li şûna pergala jinan a jiyana komunal a wekhev û azad, pergala xwe ya bavsalariyê ava kirine û herwiha hemû civak xistine bin hakîmiyeta xwe. Bêguman ev hem li ser jinan hem jî li nav civakê bûye sedema şoqê. Ango bingeha xwe li ser şoqkirina jinan û şoqkirina civakê daye avakirin. Lewra kujerê kastîk xwestiye pergalake wisa bide avakirin ku ti civak nikaribe li hember wî bisekine. Herwiha wisa jî kiriye. Ji ber vê yekê tespîta vê mijarê pir girîng e. Rêber Apo jî dibêje; “Jin jî û civak jî ev şoqa kujerên kastîk ên di dîrokê de pêk hatiye ji ser xwe neavêtiye û hê jî di bin bandora wan şoqên kûjerên kastîk de ye. Lewra ev çanda ku kujerê kastîk daye avakirin îro jî şênber e. Ji ber ku ev tespîta niha nîn e, ev tespîtekê dîrokî ye.’’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Manîfestoya xwe de destnîşan kiriye û gotiye: “Ev ne dîroka şerê çînan, dîroka şerê dewlet û komunan e” û gotiye ku ev perspektîfa wî dê guhertin û veguhertineke nû bide avakirin. Hûn wek TJAyê vê perspektîfê çawa dixwînin û dinirxînin?
Beşên van pirs û mijaran ji hev ne cuda ne û hemû jî bi hev re girêdayî ne. Çawa ku em dibêjin dema êriş li ser komunên jinan hatin kirin, di rastiya xwe de êriş li ser cewher û dendika civaka komunal a exlaqî û polîtîk hatiye kirin. Çawa ku jin hat şikandin û vîna jinan tune hatiye hesibandin, herwiha di kesayeta jinan de civak hatiye şikandin û vîna civakê tune hatiye hesibandin. Em di serdemeke çawa de dijîn? Di warê çawaniyê de, ev mijar pir girîng e. Her çiqas reng biguhere yan jî şêweyê xwe çi be jî, di encamê de dewlet dewlet e. Ji têgînî hetanî zagonî pergaleke xwe ya kastîkî heye. Ji destpêka dîroka dewletê heta niha wan her tim li ser komunên jin û civakê kujerî û komkujî pêk anîne. Weke çeteyên ku niha derketine holê û êrişê jinan û civakê dikin. Ev jî dide xuyakirin ku her çendî reng biguhere jî, di rastiya xwe de dewlet kastîk û kujerê jinan û ya civaka komunal e. Ango ji dîrokê heta niha dewlet li dijî komunan bûne, bi komunan re şer kirine. Di rastiya xwe de li dijî civaka berxwedêr şer kirine, civaka komunal li ser cih, warên wan koçber û talan kirine. Ji ber ku civaka komunal hemû mezheb, bawerî û civakên ol di nav xwe de dihewîne û temsîl dike. Herwiha temsîliyeta cewhera civaka komunal a exlaqî û polîtîk jî jin dike. Ango li vir a esas jin e. Ji ber vê yekê ji dîrokê heta niha her tim êriş li ser jinan û di kesayeta jinan de jî li ser komunan hatiye kirin. Êrişên ku îro jî tên kirin nîşeneya vê yekê ne. Çeteyên wek DAIŞ û HTŞê rûyê kujerê kastîk ên herî şênber in. Dixwazin civakeke kujer ê kastîk bidin avakirin. Hemû hewldanên wan jî li ser vê yekê ne.
We di axaftina xwe de behsa cewhera civakî kir, cewhera civakî çi ye û çi îfade dike?
Cewhera civakî, rastiya heqîqeta hebûn, xwebûna pîroziya jinan e. Ango tişta ku cewhera civakî zindî dihêle, dike xwedî îrade ku civak bikaribe xwe pê îfade bike, rêxistinkirin, afirandina felsefe û edaleta jinan bixwe ye. Di serdema niha de jî ku êrişên li ser Rojava tên kirin, di rastiya xwe de êrişên li dijî şoreşa jinan, jiyana komunal a jinan ku di nav de pergala hişmendiya mêrperest û aqilê mêrperestiyê lê tune be, cihên wek jinwarê tê kirin. Demekê pêvajoya şoreşa ereban dihat nîqaşkirin û jê re digotin şoreşa ereban. Ji ber şoreşê li gelek welatan şer û pevçûn derdiketin, çalakiyên serhildanê dihatin lidarxistin. Lê gelo di kîjan welatî de şoreş bi pêş ket an jî pêkhat? Ev pirseke girîng e. Ji bilî welatê me, ango Rojava, li ti welatî şoreşa jinan pêk nehatiye. Ev rastiyek e. Cudatiya Kurdistanê ji ya welatên din ev e. Cudatî paradigmaya Rêber Apo ya xeta jiyana civaka komunal a ku di encama şoreşa jinan de hatiye avakirin e. Ev ji bo cewhera civakî pir bi wate û girîng e. Ez dixwazim vê yekê aşkere bînim ziman, pêşengiya jinan wisa ji nişka ve di nav civaka gelê kurd de derneketiye. Dîrokeke gelê kurd heye û dîrokek jinên kurd heye. Lê ya herî girîng xeta ku li ser esasê felsefeya hevjiyana azad û xeta paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e. Şer û êrişên ku îro li ser rojavayê Kurdistanê tên kirin, di rastiya xwe de li ser jinan e û di kesayeta jinan de jî êrişên li ser civaka komunal in û li ser gerdûnîbûna jinan tên kirin. Ji ber ku jinên kurd bi porê xwe yê ku şoreş honandiye û bi felsefeya xwe ya Jin Jiyan Azadî gerdûnî bûye. Dixwazim şênber vê yekê bînim ziman, jinên kurd hêza herî xurt a gerdûnî ne.
Di 16ê îlona 2022yan de jina kurd Jîna Emînî bi hinceta ku porê xwe li gor pîvanan nenixaftiye ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yên rejîma Îranê ve hat kuştin. Gel li Îran û Rojhilat porê Jîna Emînî kir al û raperîna Jin Jiyan Azadî bi pêş xistin. Di 22yê çileya 2026an de çeteyên HTŞ-DAIŞê li Rojava porê şervaneke jin jêkir, hemû jinên kurd û yên cîhanê porên xwe honandin. Hûn van her du çalakiyan çawa şîrove dikin?
Gotineke Rêber Apo heye dibêje; “Em di destpêka dîrokê de, dîrok jî di roja me de veşartî ye” di vê wateyê de mirov çendî bikaribe bi çavên dîrokî û sosyolojîk li bûyeran binihêre dê ew qas nêzî rastiya heqîqeta jinan û civaka komunal bibe. Em wekî jinên kurd û gelê kurd di vê mijarê de xwedî gelek avantaj in. Paradîgmaya Rêber Apo vê derfetê dide me ku, em bi çavekî sosyolojîk û dîrokî li bûyeran binihêrin. Ev ji bo jinan û civaka kurd pir girîng e. Lewra her bûyera ku tê jiyîn an jî derdikeve holê, tenê bi serdema ku em niha tê de ne ve negirêdayî ye yan jî ji nişka ve derneketine holê. Hin tişt wekî sembol in û nirxên pîroz ên civakî ne. Lê wek mînak bidim, modernîteya kapîtalîst porê jinan, bedana jinan, çav û birûyên jinan wekî bireser, obje, metaya kirîn û firotinê amûrên şer bi kar tîne. Jêkirina porê jina kurd a şervan nîşaneya vê yekê ye. Çeteyên HTŞê û DAIŞê xwest porê jina şervan pêşkêşî civakê bike û derûniya civakê bike bin kontrola xwe. Em vê rêbaza şerê çeteyan, wek rêbaza şerê kujerên kastîk pênase dikin.
Porê jinan hem di warê dîrokî û hem jî di warê civakî de tê çi wateyê û ji bo civakê çi îfade dike?
Porê jinan koka xwe ji dîroka mirovahiyê werdigire. Honandina porê jinan sembola civaka xwezayî û sembola komînalîteya jinan e. Ji destpêka dîrokê û heta niha jinan ji civakê re pêşengî kiriye û pîroziya civaka xwezayî bi pêş xistiye. Porê jinan jî, çavên jinan jî, hestên jinan jî wekî pîrozî, wekî dayika civakê hatine naskirin. Mesele ne tenê dîmeneke ku di medyaya civakî de hatiye weşandin. Dibe ku mirov bi xwe jî baş nizanibe, li Rojhilat û Îranê, ne tenê jinên kurd hene, gelek jinên ji neteweyên cuda cuda jî hene. Raperîna Jin Jiyan Azadî nîşeneya hemû jinên Îran, rojhilatê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û ya hemû jinên cîhanê ye. Min bixwe jî wê giraniyê jiya. Hesteke cuda û têgihîştineke cuda bi min re da çêkirin. Jinên ku pêşengiya raperîna Jin Jiyan Azadî dikirin, dibe ku ne di ferqa wê de bin ku ew tê çi wateyê û çi îfade dike. Dibe ku gelek ji wan jinan rasterast manîfesto û parêznameyên Rêber Apo nexwendibin. Lê wan jinan bi pêşxistina raperînê heqîqeta koka xwe ya pîroz û civaka xwezayî îfade dikirin. Pîroziya civakê îfade dikirin. Tişta ku bû sedem Jin Jiyan Azadî ewqas bibe malê jinên cîhanê û gerdûnî bibe ev bû.
Mirov dikare bibêje ku ruhê berxwedana porê jinên kurd ê honandî yên rojava û rojhilatê Kurdistanê derxistiye holê, êdî pêkanîna Kongeraya Yekîtiya Neteweyî li ser hezên kurd ferz dike?
Di zindanê de tecrûbe û çavdêriyên min bixwe li ser jin û yekîtiyê çebûn. Min mînakên wê pir dîtin. Ji gelek rêxistinên din jin hebûn, jinên edlî hebûn. Me astengiyên pêşiya xwe radikir û em jin digihîştin hev. Ez vê bi potansiyela jinan a civakî ve girêdidim. Bi fikra min, jin çawa ku dikare civakê bi lez bîne ba hev, di heman demê de dikare di yekîtiya neteweyî ya kurdî de risteke sereke bilîze. Ji ber ku komunalîteya yekîtiya civaka demokratîk berî herkesî ji jinan re pêwîst e. Di mijara yekîtiya kurdan a neteweyî de jinên Rojava dikarin pêşengiyê jî bikin. Divê jinên kurd di vê pêvajoyê de teqez rola xwe bilîzin. Xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî şênber bikin û yekîtiya xwe pêk bînin.


