Şêxmûs Ehmed: Dorpêça Kobanê didome
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan Şêxmûs Ehmed, bal kişand ser girîngiya peymana ku di 30ê çileyê de hatibû aşkerekirin û got: “Bi vê peymanê rêya şerê di navbera kurd û ereban de hat girtin. HSD nehat lîstikê. Piştî peymanê gelek xalên peymanê hêj neketine meriyetê. Divê Fransa rola xwe ya garantoriyê bilîze.”

Rêveberiya Xweser, HSDê û hikûmeta demkî ya Şamê di 29ê çileyê de peyman îmze kirin û di 30ê çileyê de bi raya giştî re parve kirin. Li gorî vê peymanê 8 xal hatin îmzekirin. Li gorî xalên peymanê Rêveberiya Xweser cih da yekîneyên parastinê ku li Hesekê, Qamişlo di saziyên fermî yên dewletê de cih bigirin. Dîsa li gorî peymanê HSDê hêzên xwe ji Reqa, Tebqa û Dêra Zorê vekişandin. Lê xalên ku diviyabû hikûmeta demkî ya Şamê bavêje hîn nehatine avêtin. Hîn deriyê sînoran nehatine vekirin. Seferên balafirgeha Qamişlo ya navneteweyî nehatiye vekirin. Dorpêça li ser Kobanê nehatiye rakirin û welatiyên koçber hêj nikarin vegerin cih û warên xwe.
Têkildarî girîngiya peymanê hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêxmûs Ehmed nirxandinên girîng kirin. Şêxmûs Ehmed anî ziman ku peymana di 29ê çileyê de di navbera rêveberiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de hat îmzekirin pir girîng e û got: “Peyman ji bo tevahiya Sûriyeyê û herêmên Rêveberiya Xweser gelek girîng e. Vê peymanê, rê li pêşiya şerê di navbera kurd û ereban de girt. Hêzên serdest plan kirin ku di navbera kurd û ereban de şerekî dirêj derkeve. Lê HSDê, xwe ji herêmên ereban vekişand û nehat lîstikê. HSDê hêza xwe vekişand û rê li ber şerê navxweyî girt.”
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku di dîrokê de li dijî gelê kurd gelek komkujî pêk hatine û wiha axivî: “Li Şengalê bi hezaran kes hatin kuştin. Bi hezaran kes wenda bûn û dîl hatin girtin. Koçberiyek mezin li Şengalê pêk hat. Niha jî gelek hêzên navdewletî tev li vê planê bûn û xwestin li dijî kurdan komkujiyekê pêk bînin. Vê peymanê rê li pêşiya şer girt û rêya diyalogê vekir.”
Li Parîsê li ser komkujiya kurdan li hev kirin
Şêxmûs Ehmed anî ziman ku hikûmeta demkî ya Şamê dixwest serweriya xwe li ser tevahiya axa Sûriyeyê bi yekalî û yekrengî serwer bike û wiha lê zêde kir: “Di 25ê adara 2025an de li Beravê li dijî civaka elewî, di demsala havînê de jî li dijî civaka durzî, di destpêka 2026an de jî li herêmên kurdan xwest komkujiyê pêk bîne. Hikûmeta demkî xwest wekî pergala Saddam Hisên rejîmeke desthestin ava bike. Tirkiye, Qatar, Erebistana Siûdî û Amerîka piştgirî dan Ahmet Şara. Li civîna Parîsê jî li ser komkujiya li dijî kurdan li hev kirin. HSDê bi îmzekirina peymana 29ê çileyê, plana ku li Parîsê hat îmzekirin pûç kir. Gotin ‘em ê xwe ji herêmên ereban vekişînin û li herêma Kurdistanê parastinê bikin.’ Dîsa çalakiyên ku li çar aliyên Kurdistanê û hemû cîhanê bi şev û rojan pêk hatin, bandor li ser plana li dijî kurdan kir.”
‘Xala sereke rawestandina şer e’
Şêxmûs Ehmed bal kişand ser girîngiya peymanê û wiha pêde çû: “Di peymanê de xala sereke rawestandina şer e. Dîsa tevlîbûna HSDê ya nav wezareta parastinê ye. Hêzên Asayişê jî dê di nav wezareta navxweyî de cih bigirin. Dê ev hêz herêmên xwe biparêzin. Xalên kêm mane, mafê gelê kurd ê di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de ye. Divê di siberoja Sûriyeyê de mafên gelên Sûriyeyê di Destûra Bingehîn de bên parastin. Divê vîna gelê kurd jî li nav hikûmeta Sûriyeyê û parlamentoya Sûriyeyê hebe.”
Şêxmûs Ehmed, destnîşan kir ku di navbera peymana 10ê adarê û 29ê çileyê de gelek xalên sereke hene û got: “Di xalên peymana 10ê adarê de yek jê parastina mafê gelê kurd bû. Dîsa xalek vegera koçberan a herêmên xwe bû. Dîsa diviyabû vîna Rêveberiyên Xweser bê qebûlkirin û nenavendîbûna Sûriyeyê hebûya. Lê nêzî salek derbas bû, hikûmeta demkî ev xal pêk neanî. Bixabin ji ber destên derve destûr nedan ku peymana 10ê adarê bi encam bibe.”
Dorpêça li ser Kobanê didome
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku piştî peyman hat îmzekirin, HSDê gelek gav avêtin û wiha lê zêde kir: “Diviyabû ku dorpêç ji ser Kobanê bihata rakirin. Lê mixabin hîn dorpêç didome. Gelek mal û milkên xelkê yên 70 gundan ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve hatin talankirin û wêrankirin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di heman demê de binpêkirina xalên peymanê ye. Piştî peymanê diviyabû dorpêça li ser Kobanê bi dawî bibûya. Tenê ceyran dane. Lê dorpêç didome. Niha bêhtir li ser mijarên leşkerî û ewlehiyê radiwestin. Li herêma Rêveberiya Xweser gav avêtin. HSDê xwe vekişand wargehên xwe. Biryarên der barê balafirgeha Qamişlo ya navdewletî, deriyên sînorê Qamişlo û Nisêbînê, deriyê navbera Tilkoçer û hikûmeta Iraqê de û deriyê di navbera Kobanê û Tirkiyeyê de hîn pêk nehatine. Ev xalên sereke yên aboriyê ne.”
‘Divê Fransa rola xwe bilîze’
Şêxmûs Ehmed bal kişand ser dîlên destê HTŞê û wiha bi dawî kir: “Dîsa dîlên ku di destê komên çekdar de nehatine berdan. Hîn cenazeyê şehîdên me teslîmî me nehatine kirin. Malên kurdan ên li Reqa û Tebqayê hatin talankirin. Ev binpêkirinên mafan in. Ji bo ev xalên hatine îmzekirin pêk bên, divê hêzên navdewletî erka xwe pêk bînin. Divê dewleta Fransa rola xwe ya garantoriyê pêk bîne. Divê dorpêça li ser Kobanê jî bi dawî bibe.”


