Sibe li Hesekê, du sibe li Qamişloyê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê ragihand ku 2yê mehê li Hesekê û 3yê mehê li Qamişloyê, saet ji 6ê sibehê heya 6ê êvarê derketina derve qedexe ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku sibe (2/2/2026) li bajarê Hesekê û du sibe (3/2/2026) li bajarê Qamişlo saet ji 06.00an heya 18.00an derketina derve qedexe ye.
Ev biryarname di çarçoveya parastina ewlehî, aramî û selametiya şêniyan de hat dayîn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku divê welatî li gorî vê biryarnameyê tev bigerin û her kesê bin pê bike wê tedbîrên ewlehiyê li dijî wî werin girtin.


