Sîhanok Dîbo: Tirkiye herêma Serêkaniyê û Girê Spî bi rêve dibe

Endamê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku piştî peymana 29ê Çile, hin gavên hatin avêtin hene û got: “Di 3 mehan de gavên hatin avêtin hene. Lê ev peyman pir bi zahmetî dimeşe. Hin gav hatin avêtin û gavên mezin jî li benda avêtinê ne. Sûriye qaşo 80 sal in serxwebûna xwe îlan kiriye. Lê hêj ne serbixwe ye. Destwerdana derve zêde ye. Şamê ji bo vegera koçberên Serêkaniyê û Girê Spî heta niha biryar negirtiye. Ji ber ku Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê rêvebirin.”

1 deqe xwendin
Sîhanok Dîbo: Tirkiye herêma Serêkaniyê û Girê Spî bi rêve dibe

Di 29ê Çile de di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser-HSDê de peyman hat îmzekirin. Aliyan di peymanê de li ser 14 xalan li hev kirin. Li gorî peymanê di xalên têkildarî parastin, perwerde, aborî, rêveberiya xweser de li hev hev kiribûn. Di ser peymanê de 3 meh borîn. Heta niha hikûmeta Şamê her çend hin gav avetin jî gelek gavên ku bên avêtin hene. Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de nêzî hezar û 400 malbatên Efrînî li gorî 3 koman vegeriyan Efrînê.

Dîsa di çarçoveya peymana 29ê Çileyê koma çaremîn a dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî bûn ku ji 232 dîlan pêk tê, hatin berdan. Di çarçoveya peymanê de heta niha 800 dîlgirtî hatin berdan. Di aliyê ewlehiyê û entegrasyonê de jî hin gav hatin avêtin. 

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo bi fermî erkên xwe wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê li herêma Şerqiye wergirtin.

Di çarçoveya peymana entegrasyonê de Nûredîn Îsa Ehmed ji bo parêzgeriyê Hesekê hat tayînkirin. 
Lê heta niha li ser mijara deriyên sînor, tevlêbûna YPJê ya artêşa giştî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, vegera koçberên Serêkaniyê û Grê Spî û sazkirina qanûnên giştî gavêtên ku têne xwestin nehatine avêtin. 

Endamê Têkiliyê Derve yê Rêveberiya Xweser Sîhanok Dîbo der barê dîplomasiya piştî peymana 29ê Çile axivî. Sîhanok Dîpo ewil bal kişand ser pêvajoya 3 mehên peymana 29ê Çile û wiha got: “Di ser peymana 29ê Çile re 3 meh borîn. 3 meh berê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de peyman hatibû îmzekirin.  Ev peyman gelek girîng e. Her kes dizane peymana di navbera 2 milan de hat îmzekirin. Ev peyman wekî mijareke pirsgirêka Sûrî tê naskirin. Ji welatên herêmî heta welatên derve destwerdaneke li dijî vê peymanê heye.” 

Li ser şert û mercên ku peyman hat îmzekirin Sîhanok Dîpo da zanîn ku ev peyman li ser 14 xalan hat îmzekirin û got: “Li ser çar pêngavan hat îmzekirin. Di 3 mehan de ne pêkan e hemû xal têkevin meriyetê. Di mijara entegrasyona HSDê de hin gav hatin avêtin. Di xalên sereke û movikên qalin de gavên bêne avêtin hatin diyarkirin. Lê di hûrguliyên meseleyê de heta niha gavên têne xwestin gav nehatiye avêtin. Di milê leşkerî de di aliyê zirav de hîn hemû gav nehatine avêtin. Hin astengiyên li pêş van gavan hene. Gavên tên rawestandin ji destwerdanên welatên Rojhilata Navîn û welatên derve ne qut e.  Astengiyên li pêş peymanê ji destwerdanên welatên ereb û Tirkiyeyê ne qut e.” 

Aliyê erênênî û neyînî 

Li ser têkiliya bûyer û şerê li Rojhilata Navîn pêş dikeve û geşedanên li Rojava pêş dikeve Sîhanok Dîbo ev nirxandin kir: “Handora wan ji hev ne qut in. Bandorê li hev dikin. Şerê navxweyî yê Sûriye ku ji sala 2011an dest pê kir û heta peymana 29ê çile hat îmzekirin, aliyê erênî jî û aliyê neyînî jî heye.”

Ev gava destpêkê ye 

Der barê guhertinên hêza leşkerî wekî û Rêveberiya Xweser de jî Sîhanok Dîpo da zanîn ku di her alî de guhertinek heye û got: “Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe di nava guhertinekê de ye. Ev guhertin bi peymana 29ê çile ve zêdetir bû. Di 3 mehan de gelek gavên erênî jî hatin avêtin. Gelek mijarên bêne rexnekirin jî hene.  Kêmasî û kurtasiyên wê jî hene.  Em nikarin bibêjin ev tifaq hemû nerîn û daxwazên gelan dixe nava xwe. Em nikarin bibêjin dê bi vê tifaqê hemû doza gelê kurd çareser bibe. Niha gava yekem hatiye avêtin. Em nikarin bibêjin hemû doza kurd û pirsgirêka kurd bi vê peymanê çareser dibe. Lê gaveke destpêkê ye. Mijareke ji bo bi hemû gelê Sûrî û civaka Sûrî re têkoşînê xurt bibe gaveke destpêkê ye.”  

Li ser zor û zahmetiyên peymanê jî Sîhanok Dîpa bilêv kir ku peyman pir bi zahmetî dimeşe û wiha pêde çû: “Hin gav hatin avêtin û gavên mezin jî li benda wê ne. Wekî reveberiya xweser emê çareke din hemû hewldanên xwe bikin ku bi gavên erênî bêne xwendin û bi gavên bi erênî bi encam bibe.” 

Sîhanok Dîbo, li ser gavên duyemîn û sêyemîn ku bên avêtin jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Gavên herî stratejîk û demdirêj bên avêtin, gavên destûrî û qanûnî ne. Divê her gaveke hat avêtin bingeha wê ya destûrî û qanûnî hebe. Divê gav, gavên garantî û mîsogeriyê bin. Armanca me wekî pêkhateyên Rêveberiya Xweser ewe ku hemû pêkhateyên olî, civakî, bawerî, çandî û nijadî,  kurd, ermen, suryan, ermen, çeçen, misilman, êzîdî, xiristiyan em bi hevre Komareke Demokratîk a Sûriyê ava bikin. Berê jî armanca me ev bû û ji niha û şûnde jî armanca me ew e ku em Komareke Demokratîk a Sûriye ava bikin.  Em dixwazin bingeha Komara Demokratîk di milê qanûnî û destûrî de jî bê avakirin. Gavên stratejîk û demdirêj bên avêtin, gavên destûrî ne. Divê di desetûra bingehîn de ji mo parastina mafê hemû pêkhateyan guhertin bêne kirin.”  

Em ji bo desûreke demokratîk xebatê dikin

Di sala 1937an de Komara Sûrî li ser erdnîgariya Sûrî hat avakirin. Di 1921an de bi peymana Enqereyê di navbera Sûriyê û Tirkiyeya nû de sînorên nû hatin xêzkirin. Bi vê peymanê Rojavayê Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê hat veqetandin. Peymana Enqereyê ya duyemîn ku di sala 1926an de  Rojavayê Kurdistanê ji Başûrê Kurdistanê veqetand. Dîsa bi peymana Enqere-Mûsûlê Başurê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ji hev qatin qetandin.  Piştî 1937an Sûriuyeya nû hate naskirin. Sîhanok Dîba bibîr xist ku ji 1937an heta niha li Sûriyeyê Komara Demokratîk nehatiye avakirin û wiha dirêj kir: “Ji ber vê yekê xebata ku niha em dikin ji bo Komareke Demokratîk e. Em xebata desûra Komara Demokratîk ku hemu bawerî, çand, ol, ziman û reng têde vîna xwe bibînin dikin. Dîsa ji bo cihê me û vîna me di meclisa giştî û Parlamentoya Giştî ya Sûriyeyê de hebe, em xebata destûrî dimeşînin. Li ser mafê naskirina rêveberiyên xweser, mafê parastina rewa, mafê jinê yê bingehîn û li ser esasê Komareke Niştimanî û demokratik bê avakirin em xebatê dikin. Em dixwazin pirrengiya Sûriyeyê li ber çavan bên girtin û li gorî vê yekê doza kurdî bi şêwazekî siyasî, demokratîk û dadî bê çareserkirin.”  

Sûriye neserbixwe ye 

Sîhanok Dîbo, li ser xebatên hatine kirin jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Dema em gavên dîplomadîk diavêjin em rastî gelek astengiyan tên. Lê ev gav û peyman ji bo tevahiya Sûrî û herêmê çareserî ye. Ev peymaneke pratîk e. Li hemberî peymana 10ê Adara 2025an û peymana ku di 29e çile de hat îmzekirin gelek astengî hene. Pir bi zahmetî tê meşandin. Sedemê wê jî li ber çavan in. Di 17ê Nisana 1946an de serbixwebûna Sûriyeyê ye. Hebûna Fransa ya li Sûriye bi dawî bû. Îro civak û gelên Sûriyeyê ji durziyan bigire heta elewî û suniyan, xiristiyan û êzîdî hemû dibêjin, me serxwebûna Sûriyeyê nedîtiye. Tev dibêjin destwerdaneke derve û cîhanî heye. Ji ber vê yekê ev peyman heta niha berê wê li serkeftinê ye. Berê wê ne li bingeftînê ye. Di vê peymanê de ji bo me derfetên erênî û derfetên neyînî bi qasi hev in.” 

Sûriye hîn saz nebûye

Sîhanok Dîbo li ser gavên tên avêtin ji rawestiya û wiha pêde çû: “Piştî rûxandina desthilatdariya navendî  ya di 8ê Çileya 2024an, di gava yekem de hikûmeta demki wekî desthilata berê difikirî. Lê di gavên duyem û sêyem de yekem car gavek bi vî rengî tê avetin. Ji ber ku Sûriye hîn saz nebûye, ev bandorê li ser gav avêtinê dike. Ji ber hîn di nava xwe de wekî hev nafikirin.  Ji ber Sûriye saz nebûye û desthilatdariyeke demokratîk ava nebûye zahmetî hene. Milê Sûriyê yê xwecihî jî heye û milê wê yê derve jî heye.  Di milê derve de destwerdana Tirkiyeyê ya li dijî Sûriye di alilyê gav avêtinê de dibe asteng.”

Vîna ku Sûrî biryarê bigire tune ye 

Der barê serxwebûn û serbestiya hikûmeta Sûrî jî Sîhanok Dîbo bilêv kir ku Serxwebûna ku Sûrî biryaran bigire tune ye û got: “Ji ber vê yekê dewletên herêmê di serî de Tirkiye bi armanceke din nêzîk dibe. Heta pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser nebe û Komara Tirkiyeye meseleya kurdên bakurê Kurditanê çareser neke dê astengî bidome. Divê Tirkiye qebûl bike ku rola kurdan di avakirina Komara Tirkiyeyê de heye. Divê rola kurdan a Iraq Îran u Sûriyeyê de bibîne. Divê dest ji nerînên teng û klasîk berde. Divê dest ji van nerînên teng berde. Îro bandora şerê sêyemîn ê cîhanê li ser siberoja Sûriyeyê û tevahiya herêmê dike.” 

Sînanok Dîba bal kişand ser rola neyînî ya Nûnerê Amerîka yê li Sûriyeyê Tom Barack û bibîr xist ku li dijî çareserî û aramiya herêmê asteng e.” 

Sihanok Dîbo li ser hevdîtina 15ê Nîsanê ya li Şamê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Ew xalên di civînê de derketin ji bo Şamê asta herî bilind û asta herî jor e. Em hemû civakên li bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Rêveberiya Xweser bi hevre difikirin.”   

Nêzîkatiya li dijî YPJê nayê qebûlkirin 

Sîhanok Dîbo helwesta hikûmeta demki ya li dijî zimanê kurdî jî rexne kir û da zanîn ku ne pêkan e ew vê helwesta li dijî zimanêk urdî qebûl bikin. Sihanok Dîbo, bal kişand ser nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî YPJê û got: “Divê hebûna jin bi taybetî YPJ li gorî peymanê bê qebul bikin. Niqaş û guftûgoyên li ser mijarê didomin.” 

80 sal Sûrî ne serbixwe ye

Li ser nêzîkatiya hikûmetê jî Sîhanok Dîbo got: “Bandora destwerdanên dewletan a li ser Sûriye zêde ye. Qaşo 80 salin Sûriye serbixwe ye. Lê heta îro nebûye serbixwe.”  

Şamê biryara vegera Serêkaniyê nedaye 

Der barê mijara vegera Koçberan de jî Sihanok Dîbo wiha got: “Vegera Koçberan ji bo peymana 29ê Çile xala sereke ye. Ji bo koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî û hemû koçberan ji bo vegera koçberan vegerek bi rêz û bi hurmet divê.  Vegera Koçberên Efrînê bi dawî nebûye. Biryar hatiye girtin. Lê ziraviyê vê mijarê hene. Komîteya Xebatên Koçberiyê bi awayekî cîddî vegera koçberan dişopîne. Hewl dide di demek nêzîk de vê mijarê bi dawî bike. Ji bo vegera Koçberên Serêkaniyê û Girê Sipî ji hewldan heye. Lê hewldan û biryara Şamê û hikûmeta Sûrî ji bo vegera Serêkaniyê û Girê Spî nîne. Tu biryara Şamê jibo vegera Girê Spî û Serêkaniyê tune ye.  Girê Spî û Serêkaniyê heta îro ji aliyê Tirkiyeyê ve tê rêvebirin. Ev herêm ji aliyê Şamê ve nayê rêvebirin.”  

Herî dawî li ser vekirina deriyê sînor û dahatuya Sûriyeyê jî û Sîhanok Dîbo bilêv kir ku dahatuya Sûriye xaleke sereke ye û got: “Di demên borî de sozek hebû ku deriyê sînor ê Nisêbînê vebe. Lê heta niha ew qal pêk nehatiye. Di milê me yê Rêveberiya Xweser de vekirina Deriyê Nisêbînê û hemû deriyan girîng e. Ji bo vekirina van deriyan hewldanên me didomin. Eger bi rêya demokrasî pirsgirêka kurd çareser bibe, dê hemû Rojhilata Navîn aramiya xwe têde bibîne.”