Şivanê 17 salî di teqînê de birîndar bû

Şivanê 17 salî M.A. di teqina li gundê Şagûlord ê navçeya Geverê ya Colemêrgê de, birîndar bû û gelek mihên wî mirar bûn.

1 deqe xwendin
Şivanê 17 salî di teqînê de birîndar bû

Li gundê Şagûlord ê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê teqînek pêk hat. Di teqînê de şivanê 17 salî M.A. ku pezê xwe diçerand, birîndar bû. Hate hînbûn gelek pez jî di encama teqînê de mirar bûne. Hate diyarkirin ku M.A. bi perçeyên şarapnelê birîndar bûye. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. M.A. bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hate hînbûn ku rewşa tenduristiya M.A. baş e, lê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.