Şaredariya Amedê belge dan şagirtên kurdî, suryankî û ermenkî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi merasimekê belge dan kursiyerên ku bi awayeke serkeftî hînî zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên kurdî; Suryankî û Ermenkî bûne.

1 deqe xwendin
Şaredariya Amedê belge dan şagirtên kurdî, suryankî û ermenkî

Şaredariya Bajarê Mezin demeke malovaniya kursiyerên ku dixwazin fêrî ziman bibin dike. Di bin banê şaredariyê de li gorî daxwazan di beşên cuda yên zaravayên kurdî, suryankî û ermenkî de kursên ziman tên dayîn. Kursiyerên ev demeke bû di van kursan de hînî ziman dibûn. Dersa ermenkî ya dawî li Dêra Surp Giragos a Ermenan hate dayîn û belgename piştî guhdarkirina muzîkê bi merasîmekê li Mala Bîranînê ya Migirdîç Margosyan hatin dayîn.