Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

Li gundê Deşta Avê yê girêdayê navçeya Hîzanê ya Bedlîsê derdora saet 02.00yê şevê de cerdevanan bi çekan êrişî keriyê pez ê gundiyan kirin û zêdetirî 100 kuştin.

1 deqe xwendin
Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

Li gundê Deşta Avê ya girêdayî navçeya Hîzanê ya Bedlîsê cerdevanan bi çekên xwe êrişî keriyê pez ê gundiyan kirin. Hat zanîn ku di êrişa cerdevanan de û zêdetirî 100 pez hatin kuştin. Cerdewan derdora saet 02.00yê nîvê şevê bi çekan xwe êrişî keriyê pez kirin.

Hat destnîşankirin ku şivanên pez bi zorî canê xwe ji êrişa cerdevanan xelas kiriye û agahî daye gundiyan. Bi agahdahî dayînê leşker hatin gund û hat gotin ku leşker piştgirya cerdewanan dikin. Rewşa aloz a li gund berdewam dike.

Der barê Gundê Deşta Avê de

Gundê Deşta Avê di sala 1993yan de ji aliyê dewletê ve hat valakirin û kesên mayî jî bûne cerdevan. Cerdevanên ku li wê herêmê dijîn, malên gundiyên neçar mane ku ji warê xwe koç bikin desteser kirine. Kesên ku ji gundên xwe hatine koçkirin, tevî tapûyên wan ên erd hene jî ji ber zextên dewletê û cerdevanan nikarin vegerin li ser ax û warê xwe.

Di sala 2002yan de hin şêniyên herêmê vegeriyan li ser warên xwe. Lê cerdewanên ku li gund mane, dora gund tevahî bi têlan girtine, xanî û erdê gundiyan desteser kirine. Gundiyan dixwazin li ser warê xwe jî tevî rêyên hiqûqî jî tu encam bi dest nexistin û li gel tapûyên xwe yên heyî jî nikarin vegerin ser warên xwe.