‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê belav bû’

Li gorî agahiyên BBCyê Talîban, di destpeka serdema nû ya perwerdehiyê de pirtûkên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji mufredata zanîngeha Afganistanê derxistine.

1 deqe xwendin
‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê belav bû’

Li gorî agahiyên BBCyê Talîban, di destpeka serdema nû ya perwerdehiyê de pirtûkên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji mufredata zanîngeha Afganistanê derxistine. Dîsa dersên li ser mafên mirovan û taybetî jî li ser mafê jinan ji mufredatên nû yên perwerdehiyê derxistine û 140 pirtûkên jinan jî ji mufredatê hatine derxistin. Herwiha hemû zaningehên Afganistanê agahdarkirine ku dê êdî 18 ders neyên dayîn. Li ser vê mijarê rayedarên Talîbanê diyar kirine ku ev ders “ bi prênsîbên şerîetê û polîtîkayên pergalê re bi nakok in.

Em der barê pirtûkên jinan ku ji aliyê rejîma Talîban ve hatine qedexekirin û dersên ku ji mufredatên zanîngehê hatine derxistin de bi hevseroka PENa-Kurd Rojbîn Perîşan re axivîn.

Rojbîn Perîşan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergala pewerdehiya Afganistanê û rejîma Talîban wiha got: “Zext û qedexe, zilm û neheqî kengî û li ku hebe, bêguman wê demê dengê berxwedan û azadiyê jî bilind dibe. Min bal bir ser serdema azadiyê. Lê tenê min bal nebir ser hêvî, daxwazek an jî retorîkekê; ev wekî rastiyekê li pêşiya me disekine. Li kîjan erdnîgariya cîhanê dibe bila bibe, li her derê ku zilm û qedexe hebe, berxwedan jî heye û li her derê ku berxwedan hebe, jinên ku ji hebûna xwe haydar in hene. Di dîrokê de, diyar e ku tu têkoşîneke civakî bêyî beşdariya jinan serkettî nebûye. Lê belê di têkoşînên civakî de yên ku jinan cihê xwe tê de girtine û negihaştiye encameke li gor hatiye xwestin, em nikarin wekî têkçûnekê rave bikin. Wê demê kêm dimîne. Jin dema ku hebûna bi nasnameya xwe biparêze, wê demê serhildana xwe jî bi teşeyên cuda hildibijêre. Em dikarin di vê mijarê de jinên afganî jî binirxînin”.

Jinan jiyan neqişandine û bi rêxistin kirine

Rojbîn Perîşan di axaftina xwe de bal kişand ser rêxistin û têkoşîna jinên Afganistanê û wiha pê de çû: “Afganistan bi dîrok, çand û avahiya xwe ku gelek avahiyên etnîkî yên cuda dihewîne, erdnîgariyeke xwedî kok e. Û mixabin, tevî hemû dewlemendiya xwe û belkî tenê jiber vê yekê, ew bûye erdnîgariyeke ku dagirkerî û şer qet ji ser kêm nebe. Di şerên hêz-îktidarê de, di dagirkeriyên çandî û leşkerî de, herî zêde jiyana civakî bi xisarê rû bi rû maye. Dîsa jinan di vê serdemê de ev jiyan honandine, neqişandine û bi rêxistin kirine. Tevî hemû dagirkeriyan jinên afgan sekneke bi hêz nîşan dane, bûne xwedî helwesteke bi hêz, tevgereke jinan a çalak dane nîşandan. Her kesên di deh salên borî de xwendine û şopandine vê yekê dizanin. Tevgereke jinan a bi bandor ji bo zihniyeta baviksalar û serdestiyê xetereke tirsnak e. Loma jî ev zihniyet ji bo naperûşkê xwe li jinan bixe dixwaze tevgera jinan biçewisîne; ji bo tevgera jinan hilweşîne, yek bi yek berê xwe dide jinan. Bi dehan mînakên vê yekê di dîroka dawî ya Afganistanê de hene. Hemû jinên afgan bi recimkirin, qamçîkirin, lêdana bi daran û bi binaxkirina zindî, dihatin cezakirin û hewl dihat dayîn ku bi rêbazên wiha wan bi zorê bikin kole. Bi tevahî jin ji jiyana civakî hatin qutkirin; berê laşê wan gir