Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê sala dawî gavên dîrokî avêt û got: “Ji bo serketina pêvajoyê divê her kes bi berpirsyariyê rabe.”

1 deqe xwendin
Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta di salvegera fesixkirina PKKê de bûyerên di nava salekê de qewimîn nirxand.

Salek di ser kongreya 12emîn a PKKê re derbas bû. Di daxuyaniya we de gelek tişt bi berfirehî hate nirxandin. Piştî salekê weke gelê Kurd, gelên azadîxwaz, tevgerên jinan, em gihîştin ku derê, me astek çawa derbas kir?

Weke ku me di daxuyaniya xwe de jî bi berfirehî diyar kir, salek bi rastî têr û tijî, bi têkoşînê derbas bû. Weke tevgera azadiyê me gelek gavên pir dîrokî avêtin. Di daxuyaniya xwe de jî me ev bilêv kir. Herî zêde jin û ciwanan ev pêvajo hembêz kirin, li hemû qadên têkoşînê xwedî lê derketin. Dema ku pêvajoyê destpê kir, gelê me destpêkê di nava gumanan de bû. Bi taybetî fesixkirina PKKê guman di nava gelê me de ava kiribû. Weke ku PKK bi fesihkirinê re êdî tasfiye bûye û ji holê tê rakirin, fikar û guman hebûn. Bi vî rengî nîqaşê ne di cihê xwe de dihatin kirin. Di nava vê salê de gelê me hîn bêhtir ev pêvajo fêhm kir, Rêber Apo xwend û li pêvajoyê xwedî derket. Tevgera Apoyî di nava vê sala derbasbûyî de ispat kir ku tevgereke xwedî pratîkeke 53 salan e, gelek têkoşer afirandiye, jinên rêber û pêşengên vê pêvajoyê afirandiye, gelê dilsozê nirxên xwe ava kiriye. PKK tenê weke cismekî, weke partiyeke siyasî nîn e, PKK weke ruhekî têkoşînê ye, zanistek e, felsefeyeke jiyana azad e û li ser esasê têkoşîna Rêber Apo hatiye damezrandin. Di nava vê salê de ev mijar baştir hate fêhmkirin. Encamên vê jî bêhtir derketiye holê.

Ji vir û pê ve bendewarî û hêviyên we çawa ne? Gelo ev pêvajo wê bi çi rengî dewam bike? Ji bo serketina vê pêvajoyê pêwîstî bi çi heye?

Di civîna çapemeniyê de jî eşkere bû; em bi xwe bi hêza Rêber Apo û bi hêza xwe ya têkoşînê, ezmûnên ku derketine holê, em pê bawer in. Em bi hêza Rêber Apo ya çareseriyê bawer in. Bêguman tenê bi aliyekî jî nabe, divê yê hemberî me jî gavan biavêje. Divê karibin çareseriyê biafirînin ku ev pêvajo bi pêş bikeve. Lê ji bo wê em ji gelê xwe û raya giştî vê dixwazin; Ev pêvajo ne pêvajoyeke welê ye ku mirov tenê weke temaşevan lê binihêrin. Ev pêvajo ji bo tevahiya pirsgirêkên civakan, gelan û herêmê pêvajoyeke çareseriyê ye. Ji ber vê jî hem banga me û hem jî bendewariyên me xwedîderketina li vê pêvajoyê ye. Her kes çi dikeve ser milê wî, divê pêk bîne. Eger bi vî rengî ev pêk werin pêvajo dikare bi pêş bikeve. Weke ku me di tevahiya daxuyaniya xwe de bal kişandin ser wê ew e ku pêvajo tenê bi statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo dikare bi pêş bikeve. Ji ber ku xwediyê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê demildest, rojek berî rojekê pêşî li Rêber Apo bê vekirin ji bo Rêber Apo karibe hîn bêhtir vê pêvajoyê bi lezgînî bi pêş ve bibe û bi encam bike.

Jin divê bi çi rengî hîn bi çalak tev li vê pêvajoyê bibin? Têkoşîna jinan di vir de xwedî zemîneke bi çi rengî ye?

Ji destpêka pêvajoyê û vir ve li her qadê jin pêşengiyê ji pêvajoyê re dikin. Di vî warî de ez wê têkoşîna jinan jî bi vê munasebetê silav dikim. Bi taybetî di van hefteyên dawî de li bakurê Kurdistanê meşek ber bi Gemlîkê ve hat kirin, ji bo balê bikişînin ser vê pêvajoyê ku êdî pêvajo hinekî hêdî bûye û tam nameşe. Ji bo wê em di wê baweriyê de ne hêza ku jin niha pêşengiyê jê re dike û asta têkoşîna jinan di vê pêvajoyê de wê hîn bêhtir bi rola pêşengiyê rabin. Di vê demê de bi taybetî weke tevgera azadî, pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ya ku me berê destpê kir, niha dewam dike. Di meha hezîranê de li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê mijara mafê hêviyê bê nîqaşkirin. Wexta ku dane dewleta tirk êdî bi dawî dibe. Lewma ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo bê misogerkirin divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li her qadê bê dewamkirin. Ne ku bê gotin, Pêvajoyeke heye, êdî pêwîstî bi vê nîne. Ji bo vê jî pêşengiya vê pêvajoyê careke din ji jinan tê xwestin, ji ciwanan tê xwestin. Gelê me jî divê bi pêşengiya jin û ciwanan careke din xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Ji bo wê em zanin ku azadiya me di azadiya Rêber Apo de ye. Jin a azad, civaka demokratîk û aştî li ser vê perspektîfê dikare bê avakirin. Em bi hêvî ne. Ez careke din bibêjim; bi pêşengiya Rêber Apo hêza me heye ku em vê pêvajoyê bimeşînin. Û em dîsa jî yê hemberî xwe dawet dikin ku bi cidiyet û berpirsyar nêzî vê meseleyê bibin. Divê ji pêvajoyên beriya niha nîvco man encamê werbigirin û nehêlin ku aqûbeta vê pêvajoyê jî bibe weke pêvajoyên berê.

PKKê xebatên xwe yên rêxistinî da sekinandin. Berê dema ku bûyerek diqewimî her kes li bendê bû ku PKK çi dibêje. Îro ew rêxistin an jî hêza ku pêşengiyê ji gelê kurd re bike kî ne?

Tevgera Apoyî tevgereke 50 salî ye. Ji bo wê jî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dike. Sazî û dezgehên xwe ku di nava 50 salî de ava kiriye bêguman di vê pêvajoyê de hem li qada siyasî hem li qadên parastinê û hemû qadên din ev sazî wê kar û têkoşîna xwe bidin meşandin. Ji ber wê jî bêguman çavên her kesî niha li Tevgera Apoyî ye. Û ev tevger jî çawa ku salek e ev karê xwe daye meşandin ji vir û pê ve jî wê vê têkoşînê bimeşîne. Hem Tevgera Azadiyê di vî warî de xwedî biryar e, hem jî ev ezmûn û zanist pê re heye. Bi vî rengî em tevgereke Apoyî ya rêxistinkirî ne. Em weke tevgereke siyasî, weke partiyeke siyasî ya xwe fesihkiriye nehatiye fesihkirin. Em bi zanebûnê li hev kom bûne, em bi ruhekî li ser ferasetekê têdikoşin, em bi îdeolojî û felsefeyê dikin. Û ji aliyê çand û zimanî ve em rêxistineke bi vî rengî ne. Ev nirxên azadiyê me li hev kom dike û me bi vî rengî dide avakirin. Weke KCK di vê pêvajoyê de rol û mîsyona dikeve ser milê xwe heta ku ev pêvajo bigihêje encama xwe, wê ev têkoşîn dewam bike.