Tayîp Temel: Ocalan dixwaze kurdan ji belayê biparêze
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel, têkildarî girtekên hevdîtina ku Komîsyona Meclisê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kiribû, diyar kir ku hikûmet naxwaze gelê kurd û tirk rastiyan bizanibe û got: “Planên hêzên navdewletî yên li dijî kurdan xeternak in. Lê birêz Ocalan dixwaze kurdan ji belayê biparêze.”

Girtekên hevdîtina şandeya DEM Partî, AKP û MHPê ya 24ê mijdara 2025an li girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatibû kirin, 24ê çileyê, ji hêla meclisê ve hat weşandin. Têkildarî naveroka girtekan û dema parvekirina girtekan cîgir Tayîp Temel nirxandin kir. Tayîp Temel diyar kir, ji ber ku hukûmeta AKP-MHPê dixwaze tevahiya pêvajoyê bi temamî di bin kontrola xwe de bihêle û wiha got: “Ev zehmetiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê ye. Ew naxwazin ku gelê kurd û tirk rastiyê bizanin. Ji ber ku eger her tişt aşkere bibe, dê zexta gel mezin bibe û desthilat neçar bimîne ku gavên çareseriyê bavêje. Ji ber vê yekê bi israr aşkerekirina têbiniyên komîsyonê bi derengî xistin. Di demek wisa de weşandin ku behsa çareseriyê na, behsa şerê li Rojava tê kirin. Xwestin di nav rewşa aloz de bên weşandin û nîqaşek qenc li ser neyê kirin. Jixwe wisa bû. Wan derdoran hewl da nêrînên Ocalan berevajî bikin û manîpule bikin.”
Tayîp Temel anî ziman ku diviya nêrînên wî temamî hatiban nîqaşkirin û nirxandin û got: “Ew şansê Rêber Ocalan daye çareseriyê divê rast bê fêmkirin. Bêguman di têbiniyan de tiştekî nakok û bi rabirdûyê re li hev nehatî tune ye. Lê ew di wexteke wisa de hate weşandin ku civaka Tirkiyeyê şansê nîqaşkirinê nedît. Raya giştî herî zêde li pey gotinên Ocalan ên li meclisê bû. Lê dema ku Rojava di bin êrişê de bû, Kobanê di bin dorpêçê de bû, weşandina wê di wê demê de ji aliyê demê ve ne rast bû. Partiya DEMê ji destpêkê ve diparêze ku divê tomar bên weşandin. Ji ber vê yekê li ser weşandinê ti îtiraz tune ye. Lê li ser wexta wê îtiraz heye.”
30 sal berê çi got îro jî heman tiştî dibêje
Tayîp Temel destnîşan kir ku pêwîst e her tişt bi temamî aşkere û zelal be û wiha axivî: “Gel ji van agahiyan tê dûrxistin, ji ber ku hikûmet naxwaze raya giştî li ser pêvajoyê bi hêz bibe û bike ku desthilat berpirsiyariya xwe pêk bîne. Beriya 30 salan Ocalan çi digot, îro jî wê dibêje. Desthilatdarî naxwaze gel piştgiriyê bide pêvajoyê û lewra rastiyê kêm û qels nîşanî civakê dide. Em divê hemû heqîqetê nîşanî civaka Kurdistan û cîhanê bidin.”
Tayîp Temel, bal kişand ser hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: “Rêber Ocalan ji salekê zêdetir e gelek caran tevgerên siyasî yên kurd hişyar kiriye. Nameyên wî yên ji bo KCK, HSD, Talabanî û Barzanî hene. Di wan nameyan de gotiye ku bêyî yekîtiya demokratîk a gelê kurd, kurd nikarin ji metirsiyên mezin xwe biparêzin. Gelek caran gotiye ku eger zû çareseriyek neyê bipêşxistin, dijminên gelê kurd dê tiştên mîna Xezayê li serê kurdan bînin.”
Tayîp Temel anî ziman ku peyamên Abdullah Ocalan bangawaziyek dîrokî ne ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk û wiha pêde çû: “Wî çi gotiye em yekbiyek bi bîr bînin. Dibêje; şer rawestînin. Hevdîtin û muzakereyan bi pêş ve bibin… Di qada siyasî, demokratîk û qanûnî de têkoşînê bidomîne… Bila mafên gelê kurd, di wekhevî û demokrasiya Suriye û Tirkiyeyê de bên pêkanîn… Ev peyam ne tenê ji bo PKK û tevgera kurdistanî ye. Lê ji bo Tirkiye û Suriyeyê ye jî. Çi xeletî di van peyaman de heye? Yek jî xelet nîne. Ocalan xwest kurd û Kurdistanê ji belayê biparêze.”
Bela û musîbeta mezin ev e; dixwazin sedsala ku em tê de jî li dijî kurdan saz bikin. Dixwazin azadiya kurdan sed salan taloq bikin. Niha hin hêzên dijminahiya kurdan dikin, dixwazin vê yekê ferz bikin. Ji ber vê yekê xeter tenê li ser Rojava nîne. Eger êrişa li ser Rojava bi ser bikeve, paşê êriş dê bên ser başûr û rojhilatê Kurdistanê. Her kurd divê vê yekê baş bizane.”
Tayîp Temel diyar kir ku hikûmet (AKP-MHP) hîn jî bi zihniyeteke nijadperest û şerparêz tevdigere û got: “Ew dixwazin gelê kurd bêyî ku daxwazekê bike teslîm bibe û tu mafên wî nede. Ji ber vê yekê gavên wekî; rawestandina operasyonan, azadkirina siyasetmedaran, qanûnên demokratîk navêjin. Hêj jî Rêber Ocalan nikare azad tevlî pêvajoyê bibe.”
Tayîp Temel diyar kir ku armanca hikûmetê lawazkirina Tevgera Kurdî, bêbandorkirina siyaseta demokratîk û domandina desthilatdariya xwe ye û got: “Ji ber vê yekê berê êrişan didin Rojava û diyalogê vala dikin. Pêvajo tenê bi zelalî dikare bê meşandin. Rawestandina dijminahiya Rojava û gavên lihevkirî yên dewletê dikare bi pêş bikeve. Hikûmet bi hemû polîtîkayên xwe nîşan dide ku di mijara çareseriyê de qet baweriyê nade. Eger aqilê dewletê bi rastî razî bûya ji bo çareseriyê, êrişên HTŞê bi coş pîroz nedikir û li hember kurdan evqas erişkar nedibûn. Televîzyonên tirk jî rasterast heqaretê li kurdan dikin.”
Tayîp Temel li ser çareseriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û got: “Hin kes û derdor dibêjin qey entegrasyon tê wateya asîmîlasyonê. Lê rastî ne ew e. Li gorî wê daxwaza dewleta Tirkiyeyê divê dev ji xeta faşîst berde û demokratîk bibe. Divê gelê kurd bi nasnameya xwe bijî, dewlet yekperest û yek reng nebe. Ev rêya çareseriya pirsa kurdî ye. Rêya din jî helbet cudaxwazî ye. Ger kurd neyên nasîn û înkar li ser wan bê ferzkirin, wateya wê ew e ku ji wan re dibêjin şer bikin, cuda bibin.”
Desthilat dixwaze şer bidome
Tayîp Temel li ser planên hêzên navdewletî jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Planên hêzên navdewletî yên li dijî kurdan xeternak in. Ew dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û kurdan wekî hêzek bêbandor bihêlin. Ji ber ku ew dixwazin şer bidome. Naxwazin aştî pêk bê. Dixwazin sed salê din jî kurd û gelên din şer bikin. Ahmed El-Şara ku niha serokê HTŞê ye, ji El-Qaideyê derketiye, niha serokê Sûriyeyê ye. Ocalan dibêje; bê demokrasî û xweseriya herêmî û civaka sivîl, ew dê vegere dîktatoriyê. DYA, Îsraîl, Tirkiye û Fransa piştgiriyê didin Şara ji bo li dijî Îranê bi kar bînin. Eger vegere dîktatoriyê, dê koçberî, şer û bêîstîqrarî zêde bibe û ev yek ji bo herêmê xeteriyeke mezin.”


